Ji ber koronayê merasîmên taybet ji bo Helebçe nehate kirin

  • 11:49 16 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo bîranîna komkujiya Helebçe her sal merasîmên taybet dihatin lidarxistin. Lê ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa koronayê, îsal tu merasîm nehatin lidarxistin. Tenê hinek malbat çûn serdana goristana Helebceyê. 
 
Di 16’ê Adara 1988’an de rejîma Baas a Iraqê bajarê Helebce kîmyabaran kir. Di encamê de 5 hezar kurd hatin qetil kirin. Bi hezaran birîndar bûn. Her sal ji bo  Helebçeyê, merasîmên bîranînê tên lidarxistin. Lê îsal ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa koronayê merasîmek taybet nehate lidarxistin. Malbat her sal bi komî serdana gorên şehîdan dikir. Lê metirsiya vîrûsê nehêla weke salên borî, merasîm werin lidarxistin. Îro ji bo bîranîna Helebçe, serdanên ji bo goristana Helebçeyê gelek kêm bûn.
 
Jina bi navê Xedîce heme Seîd di saet 7’ê siharê berê xwe da goristanê. Xedîce ji Rojnews re axivî û got: “Îsal dibêjin, ji ber nexweşiyê ti merasîm nayê kirin. Nasên min yên şehîd gelek in, ez nizanim bikevim xema kê de. Êşek mezine.”