Xebata Tifaqa Kurdistanî: Bi yekitiyê em dikarin birînên Helepçê bipêçin

  • 11:21 16 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xebata Tifaqa Kurdistanî bi wesîleya 32'yemîn komkujiya Helepçê daxuyaniyek da û gotin: " Em jenosîd a Helepçe bi tundî şermezar dikin. Erka hemû partî û hêzên Kurdistaniyan ev e ku rastiya netewa kurd bibînin, ji bo yekitî û yekrêziya Gelê Kurd bixebitin. Bi vî rengî dikarin pêşiya jenosîdin nû yên mîna Helebçe bigirin."
 
Xebata Tifaqa Kurdistanî bi minasebeta salvegera 32'yemîn komkujiya Helepçê daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li dijî qirkirinê tekane rê avakirina yekitiya neteweyî ye. 
 
Xebata Tifaqa Kurdistanî, di daxuyaniya nivîskî de wiha got: "Berî 32 salan ango wekî îro, rejîma Baas bi çekên kîmyewî êrîş bir ser bajaroka Helebçe. Di vê êrîşa hovane de 5 hezar kurd hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî birîndar kirin.
 
Her çend, li gorî makezagon û destûrên navdewletî, bikaranîna çekên kîmyewî derbend be jî lê dîsa rejîma Baas a Bexdayê bê tirs û fikar li ber çavên hemû cîhanê çekên kîmyewî bikaranî û li dijî Kurdan jenosîdek mezin pêk anî.
 
Gelê Kurd ji ber vê jenosîd a dijmirovahî hêj jî di nava metirsiyê de dijî. Dema mirov li dîroka kurd û Kurdistanê dinêre dibîne ku gelek karesatên bi vî rengî hatine serê netewa kurd. Kurd ji bo ku mafên xwe yên mirovahî bixin dest gelek berdêlên giran dane. Niha jî ji bo van deskeftiyan biparêze, mayînde bike û hêj mezintir bike divê teqez avakirina yekitiya netewî wekî erka dîrokî bibîne.
 
Di rewşekî wiha de; erka partî û hemû hêzên Kurdistaniyan ev e ku rastiya netewa kurd bibînin, ji bo yekitî û yekrêziya Gelê Kurd bixebitin. Kurd tekane bi vî rengî dikarin pêşiya jenosîdin nû yên mîna Helebçe bigirin. Em jenosîd a Helepçe bi tundî şermezar dikin."