Ciwanên Amedê ji siberoja xwe bi fikar in

  • 10:28 16 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk û Civakî li Amedê lêkolîn kir û diyar kir ku ciwanên Amedê li Tirkiyeyê pirsgirêka sereke pirsgirêka Kurd dibînin. Navenda Lêkolînê, da zanîn ku ji beşdaran ji sedî 83.1’ ji pêşerojê bi fikar in û ji sedî 74.1 jî dixwazin biçin dervê welat. 
 
Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk û Civakî li Amedê, di navbera 28'ê Sibat û 1'ê Adara 2020'an de li Amedê anketek amade kir. Navenda Lekolînê bi anketê lêkolîn kir û diyar kir ku ciwanên Amedê li Tirkiyeyê pirsgirêka sereke pirsgirêka Kurd dibînin. Navenda Lêkolînê, da zanîn ku ji beşdaran ji sedî 83.1’ ji pêşerojê bi fikar in û ji sedî 74.1 jî dixwazin biçin derveyî welat.  Navenda Lêkolînê bi 350 ciwanên temenê wan di navbera 18-34 salî de rû bi rû hevdîtin kir. Di anketê de ji sedî 62 mêr  û ji sedî 37 jin rû bi rû pirsên anketê bersivandin. Ji sedî 80.5 kesên azib tev li anketê bûn. Kesên beşdarî anketê bûn ji sedî 46.5 xwendekarên lîse ji sedî 33.3 xwendekarên zanîngehê bûn. Dîsa ji sedî 59.3’an diyar kirin ku betal in. Di anketê de hat diyarkirin ku her xwendin û nivîsandin zêde dibe rêjeya  axaftina Kurdî jî kêm dibe. 
 
Beşdarên anketê ji sedî 33.7'an diar kirin ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd heye, ji sedî 21.2'an diyar kirin ku pirsgirêka betaliyê û ji sedî 20.9'an diyar kirin ku qeyrana aborî heye. Navenda Lêkolînê, di anketê de anî ziman ji beşdaran ji sedî 83.1’ ji pêşerojê bi fikar in û ji sedî 74.1 jî dixwazin biçin dervê welat.