KCD: Komkujiya Helepçe di dîroke de bûye deqeke reş

  • 10:08 16 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta 32'yemîn salvegera komkujiya Helepçê KCD'ê daxuyaniyek da û got: "Ji bo qetlîamên bi vî rengî careke din pêk neyên em dixwazin gelê me, sazî û partiyên siyasî ji bo avakirina yekitiya Gelê Kurd bixebitin."
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi minasebeta komkujiya Helepçê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di 32'yemîn salevegera komkujiya Helepçê şermezar dikin, ji bo qetlîamên bi vî rengî pêk neyên divê yekitiya Gelê Kurd pêk bê. 
 
Daxuyaniya nivîskî ya KCD'ê wiha ye: "Dîroka sedsala dawî ji bo gelê me, bi komkujî û jenosîdên bêhejmar ên ji hêla dewletên dagirker ve pêk hatine re tijî ye. Ev sedsal di heman demê de di aliyê gelê me de ji bo hebûna xwe biparêze û azadiya xwe misoger bike, bûye dîroka lehengî, berxwedanê.
 
Di dîrokê de bûye deqeke reş
 
Di ser komkujiya Helepçê ya ku di dîroka mirovahiyê de bûye deqeke reş û tu caran ji bîr nabe de 30 sal derbas bûn. Komkujiya Helepçê ya ku di şexsê Gelê Kurd de li hemberî mirovahiyê û hemû nirxên mirovahiyê pêk hatiye, wekî sûcê mirovahiyê di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe girtiye. Dîktatoriya Sedam di encama bikaranîna hemû cûre çekên kimyewî û biyolojîk de zêdetirî 5 hezar kurdên sivîl û bêparastin bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ligel ku di ser vê komkujiyê de sîh sal derbas bûne jî hêj ew texîbat û birîna wijdanî ya di nava mirovan de vekiriye ji holê ranebûye. Ev yek bi qirkirina Efrînê re kûrtir bûye.
 
Komkujiyên mezin pêk hatin
 
Komkujiya Helepçê, ne komkujiya yekemîn a ji hêla dewletên dagirker ve li ser gelê me hatiye meşandin û ne jî ya dawî ye. Ev pêkanîn û polîtîkayên di çaryeka sedsala 20’emîn de hat destpêkirin, niha bi awayekî kûr û dijwartir tê meşandin. Ev stratejiya bi armanca tunekirin û qirkirinê hatiye destpêkirin her tim tê nûjenkirin. Koçgirî, Agirî, Zîlan, Darahênê, Gurgum, Qamişlo, Gazî, Roboskê, Şengal, Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Silopî, Şirnex û gelek bajarên din ên kurdan hatin wêrankirin û bi armanca qirkirinê komkujiyên mezin pêk anîn.
 
Li dijî qirkirinan tu carî teslîm nebû ne
 
Êdî derketiye holê ku ev dewletên dagirker ên ku ev polîtîkayên qirkirin û komkujiyê dimeşînin, di bin çavdêrî, bi piştgirî û hêzdayîna hêzên emperyal pêk anîne. Hemû mirovahî dizanin û bûne şahidê rastiya ku Gelê Kurd di dîroka xwe de bi gelek qirkirinan re rûbirû mane û ligel vê yekê jî tu caran paşde gav neavêtiye û teslîm nebûye. 
 
Bi vê bîr û baweriyê em careke din di 32’emîn salvegera vê komkujiyê de Komkujiya Helepçê şermezar dikin û ji bo qetlîamên bi vî rengî careke din pêk neyên em dixwazin hemû gelê me, sazî û partiyên siyasî ji bo avakirina yekitiya Gelê Kurd bixebitin."