Jinên koçber: Helebçe li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dubare bû

  • 09:01 16 Adar 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Jinên Kobçer ên Efrînê û Serêkaniyê ku li dibistan û gundewarê Til Temirê bi cih bûne, salvegera 32'yemîn a Komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn û gotin: "Heger Gelê Kurd nebin yek, wê komkujiyên Helebçe, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dubare bibin."
 
Di sala 1988'an de serokê Iraqê Sedam El-Husên li bajarê Helebçeyê 5 hezar kurd bi çekên kîmyewî, qetil kir. Birîna Helebçeyê hîn nehatiye jibîrkirin. Êrîşên dewleta tirk bi hezaran şêniyên Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî û navçeyên din koç kir, beşek ji koçberan li dibistan û gundewarê navçeya Til Temirê bicih dibin. Jinên koçber komkujiya Helebçeyê bi bîr xistin û derbarê komkujiyê de nêrîna xwe bi me re parve kirin.
 
'Komkujiya Helebçe li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dubare bû' 
 
Ferîde Mustefa diyar kir ku ew tu carî Hebebçeyê ji bîr nakin û wiha got: "Komkujiya Helebçeyê tu car nayê jibîrkirin. Ew zarok ên li ber hembêza dayik û bavên xwe hatin qetilkirin. Ma ev tê jibîrkirin? Îro dijminên me pir in, li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê jî bi dehan komkujî çêbûn, Helebçe li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dubare bû. Em Kurd in, em ê hebûna xwe înkar nekin û kurdewariya xwe nexin xizmeta dijminên ku  hebûna me înkar dikin."
 
'Yekîtiya kurd wê rê li ber komkujiyan bigire'
 
Ferîdeyê di dewamiya gotina xwe de qala pêwîstiya yekîtiya kurdan kir û wiha pê de çû: "Ez bang li kesên ku dibêjin îro em Kurd in û partiyên ku ji bo doza gelê Kurd di nav têkoşînê de ne, dikim ku bibin yek.  Pêwîst e xewna kurd a bi  hezaran salan bibe rastî û rê li ber komkujiyên der heqê kurdan de pêk tên, em bi hev re bigirin. Dema ku gur dikeve nava koma berx û pezan, wan ji hev venaqetîne bê ser û ber wan dixwe.  Bila îro jî partiya ENKS'ê were ser hişê xwe û nekeve xizmeta dijmin û neyarên kurdan. Bila li kurdewariya xwe xwedî derkevin."
 
'Berxwedana me li hember kujer û desthilatdaran berdewam e' 
 
Sebah Bekir ku ev 5 heyv in li dibistanên navçeya Til Temirê bicih bûye wiha nêrîna xwe ji me re parve kir: "Birîna Helebçeyê nehatiye kewandin, bi Efrîn û Serêkaniyê re nû bû. Birîna Helebçeyê hîn xwîn dide. Li Iraq Sedam El- Husên û li Rojava jî Erdogan, tu ferq di navbera wan de tune ye. Heman zîhniyet û hovetiyê bi serê Gelê Kurd de, didin meşandin. Pêwîst e dewletên ku bi navê mafê mirovan bang dikin, van komkujiyên ku derheqê kurdan de pêk tên, qebûl nekin û bi erka xwe ya ehlaqî rabin."
 
'Çarenûsa Kurdan yek e '
 
Emîne Dilo dayika Ş.Silava ji Efrînê ye komkujiyên der heqê kurdan de şeremzar kir û wiha pê de çû:"Êşa Kurdên li Başûr, Rojhilat, Bakur û Rojavayê Kurdistanê yek e. Komployên li dijî kurdan tê pilankirin dewam dikin. Dema ku mijar dibe Kurd dijmin dibin dost, pilan û komplo tên destpêkirin. Wîcdanê mirovahiyê namîne. Çav kor dibe û guh  jî ker dibe. Kurdan jiyaneke nû ji mirinê afirand, ger QSD neba wê çawa DAÎŞ têk biçûya û wê rewşa Rêjîma Sûrî çi ba? Destek li çepika naxe. Kurd jî wiha ne, heger nebin yek wê azadî xewin bimîne. Kurdno bibin yek."