ROJEVA 16'Ê ADARA 2020'AN

  • 09:00 16 Adar 2020
  • Rojev
*Jinên Kobçer ên Efrînê û Serêkaniyê ku li dibistan û gundewarê Til Temirê bi cih bûne, salvegera 32'yemîn a Komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn û gotin: "Heger Gelê Kurd nebin yek, wê komkujiyên Helebçe, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dubare bibin."DÎMEN HEYE
 
*Dayika Aştiyê Kutsiye Eryilmaz ji bo cenazeyê kaça xwe Zehra Eryilmaz bigire bi mehan têkoşîn meşand û  ji bo malbatên ku li cenazeyên zarokên xwe digerin wiha got: “Dest ji lêgerîna xwe bernedin. Li Meletiyê bi sedan cenaze hene. Ew ne bêkes in.” DÎMEN HEYE
 
*Dadgeha Herêmî ji bo Azîz Orhan yê sûcê ‘êrîşa zayendî ya sîstematîk’ pêk anîbû 35 sal ceza birî lê 7’emîn Daîreya Cezaya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê ceza xera kir û biryara tahliyeya gumanbar da.
 
* Pisporan der barê belavbûna Vîrusa Korona de malbat hişyar kirin ku zarokên di navbera temenê 6-7 de divê neyên tirsandin û got: “Dema ku der barê vîrusê de hûn agahdariyan didin, zarokan netirsînin.” DÎMEN HEYE
 
*Li Bazara Nirxandina Keda Jinê, pirtûkxaneyeke ku ji pirtûkên zarokan bigirin heta gelek pirtûkan tê de heye hat avakirin. Esnafên bazarê ji bo kesên tên dan û standinê û şêniyên taxê derfeta ku fêdeyê ji pirtûkan bigirin ava dikin.  DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Dîlan Koç diyar kir ku Peymana Stenbolê bê qedexekirin jî li Tirkiyeyê ‘lihevkirin’ pêk tê ji ber ku neketiye qanûnê û got: “Lihevkirin şîdeta li ser jinê zêde dike. Di dosyayekê de ji bo lihevkirin neyê kirin min daxwazname da. Lê dozgeriyê red kir.”
 
*Yek ji baskên kar yên xebata bêewle lê tê jiyîn sektora tekstîlê ye. Bahar Yeşîlyurt û Emîne Duman yên di tekstîlê de dixebitin binpêkirina kedê û zayendperestiya li qada kar vegotin. Emîne jî Bajar jî diyar dikin ku ji bo hewcedarê mêr nebin û li malê heps nebin, xebat şert e.
DÎMEN HEYE