Hejmara kesên li Çinarê hatin girtin derket 3'yan

  • 16:20 15 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Li Çinarê Muhamed Veli Dumez ê 8 salî li malekê bi giranî birîndar hatibû dîtin û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Derbarê mirina Muhemed de kesên hatin girtin hejmara wan derket 3'yan.
 
Di 21'ê Çileyê de li Kuçeya Başalan a Çinara Amedê Muhamed Veli Dumez ê 8 salî winda bûbû. Piştre Muhamede li malekê bi giranî birîndar hatibû dîtin û rakiribûn nexweşxaneyê. Muhamed li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê 6 kes hatibûn binçavkirin û piştî îfadeya wan serbest hatibûn berdan. Di  çarçoveya lêpirsîna derbarê mirina Muhamed de metika Muhamed H.T û zarokên meta wî E.T. û Ö.F.T., B.T., S.O. û xalê wî V.T dîsa hatibûn binçavkirin. E.T., Ö.F.T. û B.T. piştî karê dozgeriyê serbest hatibûn berdan. H.T. ve S.O jî li dadgeriya ku hatibûn sewqkirin hatibûn girtin. 
 
Derbarê kuştina Muhamed de kesekî din jî hat girtin. Xalê Muhamed V.T piştî karên li jandarmayê derket edliyeyê. V.T hat girtin. Bi girtina V.T kesên ku hatin girtin hejmara wan derket 3'yan.