Ji bo rê li pêşiya Vîrusa Corona bê girtin desteya çandê biroşur belav kir

  • 13:34 15 Adar 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Desteya Çandê ya Herêma Firatê ji bo tedbîr û rê li pêşiya Vîrusa Corona bigire biroşur li kolanên Kobanê belav kir.
 
Bi pêşengtiya Desteya Çandê ya Herêma Firatê ji bo hişyarkirin û rê li pêşiya Vîrusa Corona bigirin biroşur li kolanên sereke yên Kobanê weke suka Tilel, kolana Miheta û kolana Ş. Sariya Ozgur (48'an) belav kir. Her wiha li erebeyan û li bazirganan jî biroşur hatin belavkirin. Di biroşuran de li ser, mirov ew ê çawa xwe ji Vîrusa Corona biparêze û Vîrusa Corona çawa mirov pê dikeve, nivîs hatibûn nivîsandin.
 
Hêjayî bibîrxistine ku Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê çûyîn û hatina welatiyan a li derveyî welat qedexe kiriye. Her wiha zanîngeh, dibistan, peymangeh û kombûn hatin qedexekirin. Ev bû demeke Vîrusa Corona li cîhanê belav bûye û gelek kesan jî jiyana xwe ji dest dane, li gorî bijîşkan heta niha tu derman ji bo Vîrusa Corona nehatiye peydakirin.