Zarokekî 15 salî jiyana xwe ji dest da

  • 11:49 15 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajaroka Qadir Keremî ya ser bi navçeya Çemçemal a Silêmaniyê şeva din zarokekî 15 salî li gor çavkaniyan hat gotin bi çekê dawî li jiyana xwe aniye.
 
Li bajaroka Qadir Keremî ya ser bi navçeya Çemçemal a Silêmaniyê şeva din zarokekî 15 salî yê bi navê (M. E. M) hat gotin bi çekê dawî li jiyana xwe aniye. Cenaze rakirin Morga  Tiba Edlî. Nehat zanîn ji ber çi sedemê zarok jiyana xwe ji dest daye. 
 
Cîgirê Rêveberê Tenduristiya Çemçemal Şerîf Mela Rehîm ji Rojnewsê re eşkere kir ku ji bo lêkolînê cenaze rakirine Morga Tiba Edlî ya Silêmaniyê.
 
Ji polîsên Çemçemal polîsekî ev agahî da Rojnews’ê,”Zarok bi çekê lîstiye. Gule ji dest derketiye û xwe bi xwe kuştiye.”