Li Dêrikê li ser Vîrusa Corona semîner hat dayin
- 11:48 15 Adar 2020
- Rojane
QAMIŞLO - Heyva Sor a Kurd ya bajarê Dêrikê li ser Vîrusa Corona û parastina bedenê ya ji vîrusê, semîner da.
Bi pêşengtiya Heyva Sor a Kurd li bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişloyê li ser Vîrusa Corona û parastina bedena mirov ji vîrusê, her wiha ji bo hişyariya malbatan a ji bo xeteriya virusê, semîner hat dayin. Semîner li Ocaxa Tendirustiyê ya bajarê Dêrikê bi beşdarbûna bi dehan ji şêniyên bajêr, hate dayin. Semîner ji aliyê Endamên Heyva Sor a Kurd Helez Remedan û Soniya Seîd ve, hate dayin.
Helez Remedan li ser belavbûna Vîrusa Corona û nîşaneyên wê wiha got: ”Vîrusa Corona ev demeke li tevahî welatên cîhanê belav bûye û gelek kes bi vîrusê, jiyana xwe ji dest dane. Heya niha vîrus negihaye herêmên me, lê ji bo ku em xwe ji vîrusê biparêzin û nehêlin belav bibe, pêwîst e ku em civaka xwe li dijî xeteriya mûhtemel hişyar bikin. Kesên temenmezin û yên ku nexweşiyên cuda weke şekir, pençeşêr û hwd. bi wan re hebe vîrus zû xwe li wan digire. Her wiha nîşanên nexweşiyê jî ew e ku êşa qirikê zêde dibe, mirov hilmê bi dijwarî digire û germahiya laş zêde dibe. ”
Her wiha Endama Heya Sor a Kurd Soniya Seîd jî li ser xweparastina ji vîrusê wiha got: ”Pêwîst e dema ku mirov bipişke an jî bikuxin, tedbîrên xwe bigirin. Her wiha ji her 20 deqeyî carekê pêwîst e ku mirov destên xwe baş bişon û xwarina ku tê çêkirin pêwîst e baş were şuştin û kelandin.”
Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.