Rêwiyên umreyê kirin bin karantînayê: Xwendekar li derve man

  • 11:35 15 Adar 2020
  • Rojane
ENQERE - Rêwiyên Umreyê li wargehên KYK'ê yên Golbaşiyê hatin bicihkirin. Di saetên nivî şevê de xwendekar ji wargehan derxistin. Xwendekaran diyar kirin ku ew bi saetan li ber sermayê hatine hiştin û hinek alavên wan li wargehê mane. 
 
Rêwiyên Umreyê yên ji Medineyê hatin Enqereyê li balafirgehê hatin kontrolkirin û gelek jê ji bo karantînayê li 3 wargehên xwendekran a Golbaşiya Enqereyê hatin bicihkirin. Tê payin ku rêwî 14 rojî li wargehê bên hiştin. Lê xwendekaran jî diyar kirin ku ew mexdûr bûne. 
 
Yurt öğrencileri: Saatlerce soğukta bekletildik
 
Xwendekarên Wargehê: Em bi saetan li ber sermayê hat hiştin
 
Xwendekarên jin ên Wargehên Golbaşiyê diyar kirin ku do saet di 03.00'an de xebatkarên wargehê gotine divê di nava saetekê de wargeh bê valakirin. Xwendkaran diyar kirin ku ew bi saetan li ber sermayê hat hiştin. 
 
Gelek xwendekaran jî mexdûriyeta xwe li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve kirin.