Covid-19 li ber deriyê girtîgehan e: Divê personelên tenduristiyê bên şandin

  • 10:50 15 Adar 2020
  • Rojane
Gulistan Azak
 
STENBOL- Her çiqas rêveberiyên girtîgehan bibêjin em tedbîrê ji bo virusa coronayê digirin jî girtî û STK'yî bi guman in. Parêzvanên mafên mirovan binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên jiyîn bi bîr xistin û gotin:"Divê personelên bikaribin testê bikin bişînin girtîgehan. Kapasîteyek zêde heye. Loma ev rîska belavkirina virûsê zêde dike."
 
Piştî daxuyaniya Wezîrê Karê Tenduristiyê Fahrettin Koç a Virûsa Coronayê (Covid-19) bal çû ser girtîgehan. Li girtîgehên ku derfetê tenduristiyê û paqijî kêm e mijara vîrûsê bêtir tê ber çavan. Her çiqas rêveberiyên girtîgehan bibêjin em tedbîrê ji bo virusa coronayê digirin jî girtî û STK'yî bi guman in.
 
Koordinatora Parastinê ya CİSST'ê Bêrîvan Korkut tedbîrên ku ji bo girtîgehan divê bên girtin wiha rêz kir:
 
* Divê ji bo girtîgehan plansaziyek lezgîn bê kirin. 
 
*Divê li hemû girtîgehan test bê kirin. Dema pozîtîf derket divê ew girtî têkevin bin karantînayê
 
*Divê personelên tenduristiyê yên vê testê dikin bişînin girtîgehan
 
*Li girtîgehan kapasiteyek zêde ya girtiyan heye loma ev dibe ku bêtir bibe sedema belavkirina virûsê. 
 
*Divê demildest ji bo girtîgehan alavên paqijê bên belavkirin.
 
*Divê bonya û destavên girtîgehan paqij bên girtin.
 
*Divê memûrên înfazê jî wekî wekî xebatkarên tenduristiyê tedbîrê bigirin.
 
*Divê girtiyên bi ser 65 salî û kesên nexweşiyan wan a kronîk hene bigirin qadên taybet.
 
*Divê di warê xurekê de jî tedbîr bên girtin. 
 
'Divê gavên cidî bên avêtin'
 
Endama Komisyona Girtîgehan a ÎHD'ê Hatice Onaran wiha got:"Li gelek girtîgehan di koguşên 10 kesî de 3-4 qatê vê hejmarê girtî tên girtin. Loma em ji jiyana girtiyan bi guman in. Heger nexweşî li girtîgehan belav bibe ew ê encamên gelek ne baş pêk werin. Divê hevdîtin hemû li girtîgehan bên qedexekirin. Divê gavên cidî bên avêtin. Divê kêmasiyên di warê paqijiyê de bên temakirin. Divê di warê girtina dermanan de jî tedbîr bên girtin. "