Komên girêdayî dewleta tirk li Şêx Îsayê zarokek birîndar kirin

  • 10:29 15 Adar 2020
  • Rojane
 
ŞEHBA - Komên girêdayî dewleta tirk êrîşî Şêx Îsayê kirin û di ecama êrîşan de zarokek birîndar bû. 
 
Komên girêdayî dewleta tirk di demên dawî de zêde êrîşî herêmên şêniyên Efrînê koç kirine. Do di saetên şev de komên girêdayî dewleta tirk bi dijwarî bi topan êrîşî Bajaroka Şêx Îsayê ya Til Rifata Şehbayê kirin. Di encama êrîşên ku sîvîlan hedef digire de zarokê 6 salî yê bi navê Mahmut Ahmet Osman birîndar bû. Mahmudê ku ji lingên xwe birîndar bû ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve hat muayenekirin. 
 
Hat hînbûn ku rewşa Mahmud baş e.