Rojnamegerên jin: Çapemaniya azad şûnde gavê navêje

  • 09:11 15 Adar 2020
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Rojnamegerên jin zextên li hember rojnamegeran nirxandin û diyar kirin ku hewl tê dayîn ku peyama ‘bêdeng bin, neaxivin û rastiyan nenivîsin’ bidin rojnamegeran. Rojnamegerên jin diyar kirin wê xebatkarên çapemeniya azad tu car ji nivîsandina rastiyan tawîz nedin.
 
Zextên li hember rojnamegeran roj bi roj zêde dibin. Di 1’ê Adarê de rojnameger Alptekîn Dursunoglu û piştî vê nûçegîhana Rudaw TV Rawîn Stêrt bi hinceta parvekirinên li ser çapemeniya civakî hatin binçavkirin û girtin. Her wiha di OdaTv de di 3’ê Adarê de nûçeya bi ser navê ‘dîmenên cezaneyê endamê MÎT’ê yê Lîbyayê ku bêdeng hat definkirin gihiş Odatv’ hat weşandin û ji ber vê sedemê Midûrê Nûçeyan yê Oda Tv Bariş Terkoglu, nûçegîhan Hulya Kilinç, Gerînendeyê girştî Bariş Pehlîvan hatin girtin. Dîsa piştî vê ji ber heman nûçeyê Gerînendeyê Giştî yê yê rojnameya Yenî Yaşam Ferhat Çelîk, Midûrê Karê Nivîsan Aydin Keser û nivîskarê Rojnameya Yenîçag Murat Agirel, hatin girtin. Der barê mijarê de nûçegîhana Arti Tv ya Amedê Bahar Kiliçgedîk, rojnameger Nişmiye Guler û nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Arjîn Dîlek Oncel nirxandin kirin.
 
‘Peyama ‘rastiyan nenivîsin’ didin’
 
Nûçegîhana Arti Tv ya Amedê Bahar Kiliçgedîk diyar kir ku rojnameger demek dirêj in di hedefê de ne û got rojnameger ji ber nûçeyên çêdikin tên binçavkirin û girtin. Baharê wiha got: “Desthilatdariya siyasî ji ber nûçeyên tên çêkirin û ji heqîqetê ditirsin û neheret dibin û dixwazin rastiyan ji rayagiştî veşêrin. Girtinên rojnamegeran bi giştî bi armanca pêşgirtina faliyetên rojnamegeriyê tên kirin. Peyama ‘bêdeng bin, neaxivin, rastiyan nenivîsin’ didin rojnamegeran. Bi vî awayî rojnamegeran tehdîd dikin. Di şexsê rojnamegeran de peyama ‘hûn biaxivin, hûn rexne bikin wê heman tişt bê serê we jî’ didin civakê.’”
 
‘Em ê dengê heqîqetê bidin bihîstin’
 
Baharê di berdewamiya axaftina xwe de sansura Fox Tv ya der barê rojanemgerên Yenî Yaşamê de nirxand û wiha pê de çû: “Nêrîna çapemeniya alîgir ya li hember çapemeniya muxalîf diyar e. Lê saziyeke wek Fox ku wek xwe muxalîf bi nav dike bi taybet xebatkarên Rojnameya Yenî Yaşam nabîne û ev jî nêzîkatiya wan ya li hember çapemeniya muxalîf û Kurd nîşan dide. Der barê girtina rojnamegerên Kurd de hema hema tu nûçe nehatin çêkirin. Mixabin saziyên weşanê yên derveyê çapemeniya muxalîf, bi polîtîkayên netewperest tev digerin. Rojnamegerî her tim komeke pîşeyî bi rîsk bû. Her tim bûye hedefa desthilatdariyê. Tevî hemû zextan wê rojnameger bêdeng nemînin. Em ê her tim rastiyan ji rayagiştî re ragîhinin. Em ê dengê heqîqetê her tim bidin bihîstin.”
 
‘Zext zêde bûn’
 
Rojnameger Nişmiye Guler jî got di seranserê desthilatdariya AKP’ê de muxalîf hedef hatine girtin û li aliyê din jî rojnamegerên ku rastiyan radigihînin hedef hatine girtin. Nişmiyeyê wiha berdewam kir: “Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde bi KHK’yê hatin derxistin 116 saziyên çapemeniyê hatin girtin û gelek rojnameger hatin binçavkirin û girtin. Piştî hewldana darbeyê şûnde OHAL hatibû îlankirin, her çiqas hatibe gotin ku hatiye rakirin jî, zextên li hember rojnemgeran kêm nebû. Berovajî vê zêde bû. Mînaka dawî girtina 8 rojnamegerên demên dawî ye. Rojnameger ji ber faliyetên xwe sûcdar hatin dîtin û girtin. Rojnamegerên, rastiyan dinivîsinin tên girtin.”
 
‘Çapemeniya azad wek çavkanî nîşan nadin’
 
Nişmiyeyê bi lêv kir ku ji paşerojê heta îro, zîhniyeta desthilatdariyê hewl daye ku rojnameger li hember wan serî bitewînin û ev tişt bi lêv kir: “Bi girtina rojnamegerên rastiyê dinivîsînin hewl didin gel rastiyan hîn nebin. Zextên li ser çapemeniya azad îro her diçe zêde dibe. Her dengê ku li gorî wan tev nagerin diçewisînin. Ligel vê çapemeniya alîgir, xebatkarên çapemeniya azad yên tên girtin ji nedîtîve tên. Em matmayî namînin. Gelek caran di nûçeyên xwe de çapemeniya azad wek çavkanî nîşan nadin. Rojnamegerên ku xwe muxalîf dibînin, sansurek wisa li hember rojnamegerên çapemeniya azad pêk tînin. Em vê helwestê ji ya desthilatdariyê cuda nabînin.”
 
‘Rojnameger wê şûnde gavê navêjin’
 
Nişmiyeyê di dawiya axaftina xwe de wiha berdewam kir: “Ji bo me rojnamegeran desthilatdariya A an jî ya B ne girîng e. Çi dibe bila bibe, pênûsa me ya ku rastiyan dinivîse wê tu car nekeve erdê. Em her carê dibêjin ku çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin. Ev ne dirûşme an jî propaganda ye. Em di vê nokteyê de gotina xwe dikin meriyetê û pîşeya xwe îcra dikin. Em ê wisa jî berdewam bikin. Tevî hemû êrîşan wê tu tiştek bi me şûnde gavê nede avêtin. Ev binçavkirin rojnamegeran natirsînin.”
 
‘Em xebatên xwe didomînin’
 
Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Arjîn Dîlek Oncel jî destnîşan kir ku hemû rojnamegerên hatine girtin xebatkarên çapemeniya azad in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her çiqas çapemeniya alîgir xebatkarên çapemeniya azad nebînin jî em ê ewil wan bi bîr bînin. Hevalên me her roj li kolanan rastî GBT’yan tên û tên girtin û binçavkirin. Hevalên me bên berdan jî ev nayê wateya ku azad bûne. Bi hemû hêza xwe berê xwe didin xebatên wan. Biryarên der barê hevalên me de hatine dayîn biryarên siyasî ne. Rojevên şer, krîza aborî û vîrusa korona heye. Li aliyê din jî êrîşên li hember Lîbyayê didomin û geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene. Dixwazin serê geşedanên li wir veşêrin û windahî neyên zanîn, neyên dîtin. Ji ber vê jî hewl didin çapemeniya azad bêdeng bikin. Tevî hemû polîtîkayên wan wê xebatkarên çapemeniya azad rastiyan binivîsînin. Hejmara me roj bi roj zêde dibe. Gelek hevalên me hene. Hevalên me yên li girtîgehan nûçeyan çêdikin hene. Em peyama wan digirin û li hember vê xebatên xwe didomînin.”