Komkujiya Helebçeyê di 32’emîn sala xwe de ye: Êş hîn teze ye

  • 09:06 15 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di ser komkujiya Helepçeyê de 32 sal derbas bû û êş hîn wek duh teze ye. Piştî komkujiyê li gorî daneyên fermî 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran kes bi nexweşiya pençeşêrê ketine û gelek zarok astengdar hatine dinê.
 
Di ser komkujiya Helepçeyê de 32 sal der bas bû. Êşa wê hîna wek duh teze ye. Di operasyona Enfalê ya ku 85 kezar Kurd hat qetilkirin de bi hezaran kes jî ji cihê xwe bûn. Bi hezaran jinên Kurd rastî tecawizê hatin û li bazaran hatin firotin. Operasyona Enfalê ya ji 7 operasyonan pêk dihat, ya herî giran li Germiyanê pêk hat. Di encama operasyonên Enfalê ku ji 7 operasyonan pêk dihat de bi hezaran jinên Kurd rastî tecawizê hatin û li bazaran hatin firotin. Di komkujiya Helebçeyê de 5 hezar kesî jiyana xwe ji dset dan û 14 hezar jî birîndar bûn. Komkujiya Helebçeyê ji aliyê rejîma BAAS'ê ve li hember Kurdan pêk hat. Helebçe girêdayê bajarê Silêmaniyê bû û 100 km li aliyê rojavayê başurê bajar bû. Ev bajarê li sînorê Îranê bû, Kurd lê dijiyan û yek ji navendên girîng ê Kurdan bû.
 
Di 1984’an de bi navbeynkariya Mesut Barzanî re Celal Talabanî û Îranê peymanek îmze kirin. Li gorî vê bi şerta girêdayê yekitiya axa Iraqê, heta Saddam Huseyîn bê xistin wê piştgiriya Îranê bihata qebûlkirin. Komên Kurd li Şamê hatin cem hev û protokolek îmze kirin. Tu rêxistinên Kurd wê ligel dewletek din li hember rêxistinên Kurdan şer nekiriba.
 
Di 14’ê Adarê de bi piştgiriya Îranê hêzên pêşmerge ketin Helepçeyê û bajar girtin. Bi vê re artêşa Iraqê jî bi giştî ji Helebçeyê derket. Avêtina topan a di navbera Iraq û Îranê de jî berdewam dikir. Hewldanên ji bo rawestandina şer hebûn. Lê negihiştibûn encamê. Saddam Huseyîn ku li hember Îranê hêz winda kir, li hember Kurdan tevgera Enfalê da destpêkirin.
 
Pêşmerge ji Helebçeyê vekişiya
 
Di 15’ê Adarê de hêza pêşmerge ji Helebçeyê derket. Di 16’ê Adarê de balafirên şer ên Iraqê li ser Helebçeyê geriyan. Ji hewayê ve bombebaran hat kirin û piştre top hat avêtin. Şêniyê bajar zêde netirsiyan. Ji ber her tim tiştên wisa dihatin jiyîn. Neketin bodruman û stargehan. Lê ji taktîka artêşa ne agahdar bû. Herêm bi çekên konvansiyonel bombebaran kirin. Cam şikandin û piştre bombeyên kîmyewî ketin dewreyê.
 
Gotin bîhna sêvan e
 
Di bombebaranê de bombeyên ku gaza hardal, sarîn û VX tê de hebûn hatin bikaranîn. Ewil çermê mirovan şewitî, piştre pergala bîhndanê têk çû. Hinek li ber derê mala xwe, hinek li baxçeyan hinek li ber dîwaran û hinek jî di riya çiyan de mirin. Di bombebarana duyem de bîhnek cuda belav bû. Kesên jiyana wan xilas bûn wate nedan bîhna ku jê re digotin ‘bîhna sêvan e’.
 
Bajarekî wêran
 
Piştî komkujyê rojnamegerên ketin bajar hovîtî bi cîhanê dan bihîstin. Ekîba Doktorên sînornenas, teyît kirin ku gaza hardal hatiye bikaranîn. Ekîba ji doktorên Hollanda û Belçîkayê pêk dihat, diyar kirin ku îhtîmalek mezin siyanur jî heye. Yên sax man jî bi gelek nexweşiyan ketin. Bi nexweşiya pençeşêrê ketin. Zarokên hatin dinê jî astengdar hatin dinê. Di encama bombebarana 3 rojan de bajar wêran bûbû. Beşeke mezin a bajar ku serjimara wê 75 hezar bû vala bûbû.
 
Demek dirêj li dijî komkujiyê bêdeng man
 
Her çiqas yek berpirsê serkêş Saddam Huseyîn be jî derket holê ku çekên kîmseyî yên DYA, Fransa û Elmayayê ne. Ji ber vê jî welatên cîhanê demek dirêj bêdeng mabûn û qetilkirina bi hezaran Kurdî ji nedîtî ve hatibûn dîtin. Hêzên Kurd di 1991’an de rêveberiya herêmê girtin dest û hesabê komkujiya li hember Kurdan bi salan nepirsîbûn. Piştî DYA mudaxaleyê Iraqê kir şûnde, rejîma BAAS'ê têk çû û piştî darizandina Saddam hat destpêkirin şûnde komkujiya Helebçeyê hat rojevê û ket nav mijarên ku Saddam jê hat darizandin. Saddam Huseyîn li dadgehê ku sûcdariyên lê dihatin kirin dibersivand, di pirsa komkujiya Helebçeyê de jî helwesta xwe ya înkarker berdewam kir. Saddam Huseyîn di 30’ê Kanûna 2006’an de hat darvekirin.
 
Bi biryarên dadgehên herêmê êrîşa kîmyewî ya li Helebçeyê wek qirkirin hat qebûlkirin. Ewil Dadgeha Cezaya Navneteweyî qirkirin nas kir. Piştre jî Swêd, Norveş û Brîtanyayê got qirkirin e. Tiştên li Helebçeyê jî bandora êrîşa kîmyewî jî bi salan nehat paqijkirin. Hilweşîna piştî bombebaranê li her derê bicih bûbûn. Di 1’ê Adara 2010’an de Dadgeha Cezaya Bilind a Iraqê komkujî wek qirkirin nas kir. Hinek welatên Eworpa jî heman biryar girtin. Piştî salan şûnde li şîrket û welatên ku çek firotin Rejîma BAAS'ê doz hatin vekirin. Rêveberiya kurd jî ji hikûmeta navendî daxwaza tazmînatê dike. Rêveberiya Herêmî ya Kurd jî di Adara 2014’an de ji ber êşên li Helebçeyê xwest Helebçe bibe bajar. HDP’ê di 2019’an de ji bo komkujî wek ‘qirkirina Kurdan’ bê naskirin pêşnûme qanûn da TBMM’ê.