'Dîrok xwe li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî dubare dike'

  • 09:04 15 Adar 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Hesekê Rîma Îsa da zanîn ku komkujiya Helebçe siyasetek ji bo qirkirina Gelê Kurd e û heta roja îro jî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî dewam dike.
 
32 sal li ser salvegera komkujiya Helebçe ye ku rêjîma Baasê ya Îraqê bi rêveberiya dîktator Sadam Hisên di sala 16’ê Adara 1988’an de pêk anî derbas dibe. Rêjîma Baas bi çekên kîmyewî bajarê Helebçe bombebaran kir û di encamê de zêdetir 5 hezar û 500 kurd ku piraniya xwe jin û zarok bûn û jiyana xwe ji dest dan. Têkîldarê vê mijarê Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Hesekê Rîma Îsa ajansa me re axivî.
 
Rima, di destpêka axaftina xwe de komkujiya Helebçe şermezar kir û got: "Armanca komkujiya Helebçe ku Gelê Kurd tune bikin, lê tê xuyanê kirin ku ji wê rojê de heta îro jî gelek bûyer bi serê Gelê Kurd hatiye kirin. Wekî komkujiya Şengal, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ev komkujiyên ku têne meşandin asta kîna li dijî Gelê Kurd diyar dike."
 
'Armanc qirkirina Gelê Kurd e'
 
Rîmayê diyar kir ku roja îro jî dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiyan dewam dike û wiha domand: "Di roja me ya îro de dagirkeriya dewleta tirk herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê her wiha komkujiya Til Rifetê ku bi destê Erdogan tê kirin berdewama siyaseta qirkirina Gelê Kurd e. Çiqas komkujî hebin jî, dê Gelê Kurd asta têkoşîn û berxwedaniya xwe bilind bikin da ku bighêjin azadiya xwe û doza mafê xwe bikin."
 
'Dîrok xwe dubare dike'  
 
Rîmayê balkişand ser duberabûna dîrokê wiha domand: "Sadam armanca wî ji komkujiya Helebçe ew bû ku Gelê Kurd qir bike û îradeya wan tune bike, lê belê dîrok xwe dubare dike. Îro Erdogan bi riya çeteyên DAIŞ’ê re êrîşî  gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, di heman demê de bi rûyê xwe yê eşkere Serêkaniyê û Girê Spî dagirkir, her wiha çekên qedexekirî li dijî gelê Serêkaniyê bikar anî, lê em bawerin ku ewê çaranûsa Erdogan wekî ya Sadam be."
 
Rîmayê di dawiya axaftina xwe de hemû şehîdên komkujiya Helebçe bibîr anî û got: "Pêwiste saziyên mafê mirovan li hember dagirkeriya dewleta tirk û bikaranîna çekên qedexekirî wek fosfora sipî bêdeng nemînin. Bêdengiya wan diyar dike ku bi kiryarê dewleta tirk razîn e."