Bêrîvan Helen İşik: Em li gorî hewcedariyan xizmetê didin

  • 09:02 15 Adar 2020
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
SÊRT - Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen İşik, destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûme ya sala 2016'an vîna gel hat xespkirin û got: "Ligel texrîbatên ku hat kirin me dest bi xebatên xwe yên nîvco mayî kir. Dibê ku sibêhê qeyûm tayînê şaredariyê bikin, lê em ê heta dawiyê kar û xebatên xwe bidin meşandin û em ê li gorî pêwistiyên bajêr bixebitin."
  
Li gorî rapora Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di operasyonên ku di salekê de hatine kirin 4 hezar û 567 HDP’yî hatine binçavkirin û 797 HDP 'î jî hatine girtin. Her wiha qeyûm tayînê 32 şaredariyên HDP’ê hatin kirin. Di sala 2016’an qeyûm tayînê şaredariya Sêrtê kiribûn. Di hilbijartina 31'ê Adarê de HDP’ê li bajêr bi ser ket û şaredarî qezenç kir. Şaredariya Sêrtê niha bi hêza gel xebatên xwe yên nîvco mayî temam dike. Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen İşik têkildarî xebatên şaredariyê de ji ajansa me re axivî û bila kişand ser xebatên giştî û xebatên jinê.
 
Bêrîvan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser proje û xebatên şaredariyê ya derbarê jinê de û wiha axivî: "Ev 8 meh in em li ser kar in. Piştî ku em hatin ser kar, çend meh bi pîrozbahî û serdanan derbas bû. Di serî de ji bo jinan me dest bi xebatên biçûk kirin. Me di serî de Midûriyeta Polîtîkaya Jinan avakirin. Dema şaredariya me ya berê de Navenda Jinan Berfîn wekî şewirmendiya jinan xizmet dida jinan. Lê mixabin piştî ku qeyûm tayînî şaredariyê kirin xebatên wê hatin sekinandin. Navenda Jinan Berfîn piştî qeyûmê wekî mala piştgiriyê ya ji bo malbatê hat bikaranîn. Lê belê ev 3 meh in me carek din dest bi 
xizmetên şewirmendiya jinê kir. Her wiha li vir niha ji bo jinan qurs û atolye tên lidarxistin."
 
‘Em ê pêşengiyê bidin xebatên jinan’
 
Bêrîvan, di axaftina xwe de li ser xebatên jinan rawestiya û wiha got: "Li dijî polîtîkayên tunehesibandina jinê û hedef girtina jinan me di her qadên jiyanê de bêtir lez da xebatên taybet ên jinan. 700 personelên şaredariyê hene, lê mixabin ji van 700’an de jinek jî tune bû. Piştî ku em hatin hilbijartin me xebatkarên jin girt şaredariyê. Di her beşa xebatê ya şaredariyê de niha jin hene. Niha 4 ajovanên otobûsê jin in. Her wiha kompleksa jinan ket fermiyetê. Ev kompleks jî bi qadên cûr bi cûr hatin avakirin. Nêzî hezar ciwanan me te de cih girtin û wê bazara keda jinan jî bê vekirin. Ne tenê di qada aboriyê de, em hewl didin ku jin di qada çand û huner, hwd qadên din de cih bigirin. Em ji bo vê tiştî dixebitin."
 
‘ Qeyûm 15 trîlyon xerckirin’
 
Bêrîvan, diyar kir ku qeyûm bi polîtîkayên xwe şaredariyê veguherand şaredariya mêran û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Piştî ku şaredarî ji hêla qeyûm ve hate desteserkirin, şaredariya Sêrtê veguherandin şaredariya mêran. Helbet tahribata ku qeyûm dike, ne tenê di hêla aborî de di her qadan de tahribatên mezin pêk anî. Mînaka herî berbiçav jî xespkirina vîna gel bû. Ji 30 xebatkarên şaredariyê de 28 xebatkar ji kar hatin avêtin. Di kesayata xebatkaran de armanc valakirina şaredariya Sêrtê bû. Qeyûm 15 trîlyon  xerc kir. Ev pereye ne  ji bo xîzmeta gel bi keyfî hatine xerckirin. Dema ku me şaredarî qezenc kir gel bi hestiyariyeke mezin berê xwe da şaredariyê."
 
Bêrîvan, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em xebatên xwe wekî ku em ê 5 salan şaredariyê bikin dikin. Dibe ku sibêhê jî qeyûm tayînê şaredariyê bikin jî. Lê em bêminet in. Em ligel her tiştî dîsa kar û barê xwe didin meşandin. Em li gorî pêwîstiya bajêr dixebitin û em ji bo gel dixebitin."