ROJEVA 15'Ê ADARA 2020'AN

  • 09:00 15 Adar 2020
  • Rojev
*Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen İşik, destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûme ya sala 2016'an vîna gel hat xespkirin û got: "Ligel texrîbatên ku hat kirin me dest bi xebatên xwe yên nîvco mayî kir. Dibê ku sibêhê qeyûm tayînê şaredariyê bikin, lê em ê heta dawiyê kar û xebatên xwe bidin meşandin û em ê li gorî pêwistiyên bajêr bixebitin." BI DÎMEN 
 
*Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Hesekê Rîma Îsa da zanîn ku komkujiya Helebçe siyasetek ji bo qirkirina Gelê Kurd e û heta roja îro jî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî dewam dike. BI DÎMEN 
 
*Di ser komkujiya Helepçeyê de 32 sal derbas bû û êş hîn wek duh teze ye. Piştî komkujiyê li gorî daneyên fermî 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran kes bi nexweşiya pençeşêrê ketine û gelek zarok astengdar hatine dinê.
 
*Sekretera Jinan a Şaxa SES a Mêrdînê Gulnîgar Karataş destnîşan kir ku sedema ji sedî 12.10 ji bo dermanên tibî hatiye kirin, pêngaveke din a piyasabûna di tenduristiyê de ye û got xizmeta tenduristiya wekhev û bê pere mafê herî sereke yê mirovahiyê ye. BI DÎMEN