Meclîsa Gel a Mexmûrê xwestin ambargo bê bidawîkirin

  • 17:15 14 Adar 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Meclîsa Gel a Demokratîk ya Mexmûrê ji ber berbelavbûna vîrûsa koronayê daxuyaniyek dan û gotin: "Em wekî penaberên Mexmûrê di serî de bang li hikûmeta navendî ya Iraqê, hikûmeta herêma Kurdistanê û tevayî saziyên mafê mirovan, bi taybet saziyên tenduristî dikîn ku guh bidin dengê me û di vê rewşa aloz û xeter de ji bo me bibin alîkar."
 
Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ber berbelavbûna vîrûsa koronayê daxuyaniyek nivîskî weşand. Meclîsê di daxuyaniya xwe de bang li hikûmeta navendî ya Iraqê, hikûmeta herêma Kurdistanê, saziyên mafê mirovan û saziyên tenduristî kir da ku ji bo rewşa wargehê hestyar tevbigerin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Weke tê zanîn îro li tevayî cîhanê mirovahî bi xeteriyek mezin ya nexweşiya bi navê vîrûsa koronayê re rûbirû ye. Ev nexweşî li tevayî welatên cîhanê belav bûye û heya niha jî tu çareyek jêre nehatiye dîtin. Di encama vê nexweşiyê de, ji sedhezarî zêdetir mirov nexweş ketine, bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane û bi milyonan mirov bi ketina nexweşiyêre rûbirûne. 
 
Ev demeke ev nexweşî derbazî welatên cîranê Iraqê bûye û her wiha li gelek bajarên Iraq û başûrê Kurdistanê jî belav bûye. Em weke penaberên Mexmûrê yê penaber bi qasî 9 mehane di bin dorpêçeke girankirî de ne û hemû rê û rêbar li me hatine girtin. Li ser me ambargoyek tê meşandin û ketina bajarên Herêma Kurdistanê ji bo me hatiye qedexe kirin. Berê di aliyê bi cih anîna pêwîstiyên gelê wargehê de me zoriyên pir mezin kişandine û bi hatina nexweşiya vîrûsa korona re em hin bêhtir ketine nava tengasiyek nebaş de.
 
Ji bo vê yekê wekî penaberên Mexmûrê em serî de bang li hikûmeta navendî ya Iraqê, hikûmeta herêma Kurdistanê û tevayî saziyên mafê mirovan, bi taybet saziyên tenduristî dikîn guh bidin dengê me û di vê rewşa aloz û xeter de ji bo me bibin alîkar. Her wiha em bang li tevayî saziyên navnetewî, Neteweyên Yekbûyî yên ku em di bin sêwana wan de ne û saziya bijîşkên sînor nenas dikîn ji bo me bibin alîkar û di têkoşîna li dijî vê nexweşiyê de li rex me cih bigrin.  
 
Her wiha em di wê baweriyê de ne wê hikûmeta herêma Kurdistanê bi berçavgirtina vê rewşa xirab ya heyî dawî li vê amborgoya ser gelê me bîne."