Xizmên Windayan li Amedê aqûbeta xebatkarên tenduristiyê pirsîn

  • 16:40 14 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Ji ber virûsa koronayê li Amedê çalakiya Xizmên Windayan hat betalkirin. Bi daxuyaniyeke nivîskî aqûbeta windayan hat pirsîn. 
 
Ji ber vîrûsa korona Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan, çalakiya xwe ya “Bila Winda bên dîtin û kujer werin darizandin” pêk neanî. Tevî betalkirina çalakiyê hat ragihandin jî polîs hatin ber avahiya ÎHD’ê û demek dirêj sekinînin. 
 
Komîsyona Windayan a ÎHD’ê têkildarî hefteya 579’emîn a çalakiyê daxuyaniyek nivîskî belav kir û bi boneya 14'ê Adarê Cejna Tibê ya Cîhanê li aqûbeta bijîşk û xebatkarên tenduristiyê di salên 1990’an de bi darê zorê hatin revandin û windakirin pirsî. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku winda werin dîtin û kujer bên darizandin.