Serokên 24 baroyan: Hempîşeyên me berdin

  • 16:17 14 Adar 2020
  • Rojane
RIHA - Serokên baroyên Amed, Stenbol, Enqere û Îzmîrê jî di nav de serokên 24 baroyan bi daxuyaniyeke hevpar daxwaz kirin ku hempîşeyên wan ên binçavkirî bên berdan. 
 
Di 12'ê adarê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de, li Amed, Riha, Wan û Şirnexê polîsan bi ser malan de girtibûn, 9 parêzer, 12 gardiyan gelek kesên ku ji girtîgehê derketibûn binçav kiribûn. Serokên baroyên Amed, Stenbol, Enqere û Îzmîrê jî di nav de serokên 24 baroyan têkildarî binçavkirina parêzeran daxuyaniyeke hevpar dan û daxwaz kirin ku hempîşeyên wan ên di bin çavan de bên berdan.  
 
Baroyan, di daxuyaniya de bi bîr xistin ku 7 parêzerên Baroya Rihayê, 2 parêzerên Baroya Amedê hatine binçavkirin û 2 jê li Amedê 1 jê jî li Şirnexê bi giştî derbarê 3 parêzeran de jî biryara girtinê hatiye derxistin. 
 
'Derbarê naverokê de nikarin agahiyan bigirin'
 
Daxuyaniya serokên baroyan wiha ye: "Ji ber ku derbarê lêpirsînê de biryara nepeniyê heye, em nikarin derbarê naverokê de agahiyan bi dest bixin. Ev yek jî dibe sedema gumanan, bi qasî ku em ji binçavkirin û lêgerînan fêm dikin, hempîşeyên me ji ber xebatên xwe yên pîşeyî bi vê mudaxaleyê re rû bi rû mane. Tê fêmkirin ku bi vê yekê binpêkirina hikmên qanûnî ya darizandina parêzeran pêk hatiye. 
 
'Endamên ÇHD'ê bi sala ne tên darizandin'
 
Dîsa hefteya borî hempîşeyê me Parêzer Alî Kahraman ku endamê Baroya Mêrdînê ye jî li ser îxbar kirina şahidekî nepen ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hat girtin. Bi heman rengî 18 hempîşeyên me yên endamê ÇHD'ê jî bi salan e berdayî tên darizandin. Sûcê wî çi dibe bila bibe mafê herkesî heye ku parastina xwe bike û ji bo parastinê piştgiriyê ji parêzerekî bixwaze û ev yek pêwîstiyeke dewleta hiqûqê ye. Ji ber vê yekê parêzer nikare ji ber vê peywirê xwe bê binçavkirin, girtin û darizandin. Li her sê bajaran tişta ku bi hempîşeyên me hatiye kirin, tevgereke bêdengkirina parastinê ya li tevahiya welat e. Ev yek nayê qebûlkirin. Em kesên ku îmzeya me heye; daxwaz dikin ku hempîşeyên me demildest bên berdan û destnîşan dikin ku em li cem hevalên xwe ne."