Ji ber vîrûsa koronayê Dayikên Şemiyê dê bi remzî li hev kom bibin

  • 15:59 14 Adar 2020
  • Rojane
STENBOL - Di hefteya 781'emîn de Dayikên Şemiyê aqûbeta windayên xwe pirsîn û gotin hêvîdarin ku rojek sûcdar bên cezakirin. Her wiha Dayikên Şemiyê diyar kirin ku ji ber vîrûsa koronayê hefteya bê dê çalakiya xwe bi awayekî remzî berdewam bikin. 
 
Di hefteya 781'emîn de jî çalakiya Dayikên Şemiyê ku bi salan e aqûbeta windayan dipirsin û daxwaza cezakirina faîlan dikin, li Qada Galatasarayê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Li ser astengkirinê, dayikan çalakiya xwe dîsa li kuçeya ku Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di bin dorpêça polîsan de li dar xistin. Malbatan tîşortên wêneyên windayan li ser wan li xwe kirin û qurnefîlan hilgirtin. Di çalaliya vê hefteyê de aqûbeta Parêzer Metîn Can û Bijîşk Hasan Kaya ku di sala 1993'an de li Xarpêtê hatibûn qetilkirin, hat pirsîn. Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu û gelek parêzvanên mafên mirovan piştgirî dan çalakiyê. 
 
Endamê Komîsyona Windayên di bin Binçavan de ya ÎHD'ê Sebla Arcan, daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend û diyar kir ku windakirina di bin çavan de sûc e û binpêkirina mafê mirovan e. Sebla, piştre çîroka Parêzer Metîn Can û Bijîşk Hasan Kaya vegot. Sebla, diyar kir ku Can û Kaya di salên 1990'î de li Xarpêtê bi hev re têkoşîna mafê mirovan dane û ji ber têkoşîna xwe her tim gefên kuştinê li wan hatine xwarin. Sebla, detnîşan kir ku piştî gefên kuştinê di sala 1993'an de Can û Kaya her du bi hev re hatine kuştin û canezeyê wan li nêzî qereqola cendirmeyan hatiye dîtin. 
 
Piştî axaftina Seblayê, xwişka Can Akan Can axivî û ev tişt got: "27 sal e êşa me hê jî taze ye. Ji wê rojê heta niha tu tişt nehat kirin. Di rojên ku winda bû de polîs hatin cem dayika min û jê re gotin ku tu zanî li kur e û pirsa çima digirî jê kirin. Tiştekî ku ez bibêjim nabînim. Hêvîdarim ku rojek sûcdar bên cezakirin."
 
Akin Bîrdal ku dema Can û Kaya hatin qetilkirin Serokê Giştî yê ÎHD'ê bû jî ji çalakiyê re nameyek şand û ragihand ku dê Can û Kaya ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. 
 
Sebla di dawiya çalakiyê de diyar kir ku ji ber vîrusa koronayê hefteya bê dê çalakiya xwe bi awayekî remzî li dar bixin.