Parêzerên jin ji bo parastina mafan civînek li dar xistin

  • 14:40 14 Adar 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi dehan parêzerên jin li Navenda Tevgera Civaka Demokratîk kom bûn û civînek li dar xistin û diyar kirin ku di nava şer de yên ku herî zêde bi zextên mezin re rûbirû dimînin jin in û gotin: "Zagonên desthilatdaran her tim jinan sûcdar dike. Em parêzer li dijî wê derdikevin û parastina mafê jinan dikin."
 
Bi pêşengiya Yekitiya Parêzerên Herêma Cizîrê ve bi beşdarbûna bi dehan parêzerên jin ên Herêma Cizîrê li Navenda Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) civînek hat lidarxistin. Civîn ji aliyê rêvebera Parêzerên Kantona Qamişloyê Rewda Xelîl û rêvebera Parêzerên Kantona Hesekê Ehlam Salih ve hat bi rêve birin. Civîn piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo pakewanên azadiyê dest pê kir. 
 
Parêzerên jin di civînê de li ser zagonên pergala serdestan û parastina mafên jinan nîqaşên berfireh kirin û gotin "Tê zanîn ku pêşketina civakan bi pêşketina jinan li ser piyan dimînê. Di aliyê guherina kesayet de, zîhniyeta civakê pêş bixe û her wekî weke pêşeng tevbigere, ev hemû bi rengekî erênî bandorê li ser tevahî jinên civakê jî dike. Di nava van salên şoreşê de jin di hemû qadên civakê de cih girt. Lê gelek caran rolên zêdetir dikeve ser milê hin aliyan de. 
 
Jin bi nasnameya xwe tevlî vê şoreşê bû û di nav de jî bi nasnameya xwe  xebat û parastina civakê esas girt. Ger ku mirov ne bi renge xwe yê rast di nava şoreşan de be, wê nikarîbe ji bo civakê tiştekî bike. Jinên parêzer jî erke wa ye ku bi zagonên hiqûqî mafê jinan biparêzin. Ji ber ku di nava şer de yên ku herî zêde bi zextan re rûbirû dimînin jin in. Zagonên di sîstemên desthilatdar de jin sûcar dikin û di nava de jî ji bo jinan tu zagonên rast e rast e yên parastina maf, nirx û hebûna wê jêre ne hatin dayin. Bi kevneşopiya civakê ve jin asteng kirin û kesayeta wê bê bawer hiştin. Ji bo çareseriyên mayinde yên parastina mafê jin, erkê wê jinên parêzer beşê wê herî mezin digire ser milê xwe.
 
Di nava zagonên Rêveberiya Xweser li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, mafê jin heya radeyeke mezin di civakê de û di nava zagona de jêre hatiye dayin. Lê ya girîng em ciqas dikarin pêşketinê bikin di nava van zagonan de  ku em jinan bi azadiyê û mafê wê bidin hezkirin û biparêzin. Têkoşîna me ji bo wê ye û hîn jî didome. Em dixwazin jin bi xwedî be û xwe tenê hîs neke. Em bawer in bi vî xebatî em dikarin bêtir li derodarê mafê jinê kom bikin û ji zordariya civakê re bibin bersiv."
 
Civîna bi pirs û bersîvan bi dawî bû.