'Berxwedana gelê Efrînê nîşaneya serkeftinê ye'

  • 14:10 14 Adar 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Şêniyên Efrînê yên ku li wargeha berxwedanê ya Şehba dijîn bi meşek girseyî dagirkirina Efrînê şermezar kirin.
 
Şêniyên Efrînê yên ku li wargeha berxwedanê ya Şehba dijîn bi meşek girseyî dagirkirina Efrînê ya 18'ê adara 2018'an pêk hatî şermezar kirin. Şêniyên Efrîn û Şehba, sazî û dezgehên civaka sivîl tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şehîdên komkujiya Til Rifet û Aqîbê û pankartên bi nivîsa "Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo komploya li dijî vîna gel, demokratî û aştiyê ye" hatin vekirin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê, hevserokê Meclîsa wargeha berxwedan, Şêxo Îbrahîm axivî û got: "Rewşa ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê jiyîn, hemû encama planên lihevkirina dewletên navneteweyî ne. Ev plan hemû li ser gelê sivîl tê kirin. Heta roja îro hemû cîhan ji bo dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bêdengin."
 
'Gelê Efrîn bû sembola têkoşîn ê'
 
Endama Kongreya Star a kampa berxwedanê, Mune Birîm dagirkirina Efrîn şermezar kir û wiha pê de çû: "Ligel hemû êrîşan gelê Efrînê li Şehbayê berxwedana xwe dom dike. Gelê Efrînê bû sembola têkoşînê. Du sal li ser dagirkeriya Efrînê re derbas dibe, berxwedana gel li hember hemû zehmetiyan nîşaneya serkeftinê ye."
 
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana serdemê" bi dawî bû.