Dayikên li Efrînê aqûbeta Zeyneb Îsmaîlî pirsîn

  • 12:39 14 Adar 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Zeyneb Îsmaîlî ji hêla Rejîma Îranê ve hat girtin û dayikên pakrewanên Efrînê ji bo aqûbeta Zeynep hîn bibin daxuyanî dan û gotin: "Em bang li Rejîma Îranê û hêzên navneteweyî dikin ku aqûbeta dayika Zeyneb bê aşkerakirin."
 
Zeyneb Îsmaîlî ji Rojhilatê Kurdistanê ye û lawek wê di şerê Kobanê de jiyana xwe ji dest daye. Zeyneb 60 salî ye û bêriya 15 rojan ji aliyê Rejîma Îranê ve hatiye dîlgirtin û çarenûsa wê heta roja îro ne diyare. Zeyneb, dayika aştiyê ye û rewşa wê ya tenduristî ne baş e. Dayikên pakrewanên Efrînê ji bo çarenûsa Zeyneb daxuyaniyek li gundê Babînês a Kantona Şehbayê dan. Bi sedan dayikên tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Azadî ji bo dayê Zeyneb Îsmaîl" hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê dayika pakrewan Bîrhat û Deyndar, Şaziye Îbrahîm ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê wiha hat gotin: "Ji ber ku jin di her deverê cîhanê de ji bo aştî û azadiyê li ber xwe didin û serî li hemberê zihniyeta paşverû û baviksalarî radikin, bi îşkence û bindestiyê re rûbirû dimînin. Dixwazin îradeya wan a azad bişkînin. Dayê Zeyneb jî yek ji dayikên aştiyê ye ku her tim li hember pergala desthiladariyê rabûye ser piyan. Dayê Zeyneb jî ji aliyê Rejîma Îranê ve hatî dîlgirtin û çarenûsa wê heta roja îro jî ne diyare." 
 
Dayik di daxuyaniya xwe de bang li Rejîma Îranê û hêzên navneteweyî kirin û xwestin çarenûsa Zeyneb bê diyarkirin û gotin: "Ji ber ku welatê Îranê vîrûsa korona belav bûye, ev yek jî xeteriyekê li ser jiyana wê dike. Her wiha banga me ji hemû dayikên aştiyê yên li deverên Kurdistanê li ber xwe didin hene ku rabin ser piyan û azadiyê dayê Zeyne. misoger bikin. Em ê her di nava çalakiyan de bin ta ku çarenûsa dayê Zeyneb diyar dikin."