Cenazeyê 7 penaberan li ser sînor hat dîtin

  • 11:35 14 Adar 2020
  • Rojane
WAN - Li ser sînorê navbera Îran û Ebexê ya Wanê cenazeyê 7 penaberan hat dîtin.
 
Li ser sînorê di navbera Îran û navçeya Ebexe ya Wanê de cenazeyê 7 penaberên ku jiyana xwe ji dest dabûn hat dîtin. Walîtiya Wanê daxuyanî da û anî ziman ku piştî yekîneyên AFAD'ê li qada 1 kîlometre lêkolîn kirin, cenazeyê 7 kesên ku ji welatiyên Afganistan, Pakistan û Sûriyeyê pêk tê dîtin. Rayedaran ji bo tespît û otopsiya cenazeyan bikin, cenaze birin morga Nexweşaneya Saziya Tipa Edlî ya Wanê.