Jinên Şengalê: Em ê şopdarên têkoşîna Nazê Nayîf bin

  • 10:14 14 Adar 2020
  • Rojane
Viyan Seîd - Elmas Nayîf
 
ŞENGAL - Endamên meclîsa TAJÊ'yê ji bo bîranîna Nazê Nayîf bernameyek organîze kirin. Di bernameyê de jinan bal kişand ser berxwedan û têkoşîna Nazê û gotin: "Nazê her tim ji bo civaka Êzidî di nava hewldanê de bû û dixwest di nava civaka Êzidî de rêxistibûn li pêş bikeve. Em ê jinên Şengale dê şopdorê têkoşîna wê bin."
 
Di sala 2017'an de berxwedana Şengalê de peşmergeyen PDK'ê xwestin bikevin ser axa Şengalê. Lê gelê Şengalê bertekên xwe nîşandan û nehiştin ku peşmerge bikevin Şengalê. Gelê Şengalê ev tişt qebûl nekirin û meş li dar xistin. Peşmerge bi çekqr erîşê meşê kirin Nazê Nayif hedef girtin. Di fermana 3'yê Tebaxê ya 2014'an  de şûna peşmerge gelê Şengalê biparêzin, gel neparastin û berê xwe dabûn Zaxoyê. Hiştin ku civaka Êzidî bi fermanarê rûbûrû bimînin. Ev tişt ji bo gelê Şengalê wekî xiyanet hat qebûlkirin û nehiştin carekdin peşmerge bikevin Şengalê.
 
Tevgera Azadiya Jinên ên Êzidî (TAJÊ) ji bo biranîna Nazê Nayîf bernameyeke biranînê li dar xistin. Di bernameyê de Elyas axîfî û diyar kir ku 3'yemîn salvegera Nazê ye û got: "Em di serî de wekî jinên Êzidî Nazê û hevrêyên wê bîrtinin. Nûjiyan ji bo fermanê ragihîne raya giştî dixebitî ev jî hedef hat girtin û şehîd ket. Em şehîdên Êzîdaxanê û şehîdên fermana 74'an bibîrtînin. Hevalê me Nazê bi xiyanetê mezin şehîd bû. Em sersaxî ji malbatê şehîd Nazê ra dixwezin. Nazê di civaka xwe da xwedî ked bû."
 
'Em hevalên xwe bibîrtînin'
 
Endama TAJÊ'yê  Neam Aliyas, axivî û da zanîn ku Nazê di şerê Xansorê de jiyana xwe dest da û wiha axivî: "3'yemîn salvegara Nazêye, em wekî jinên Êzidî hevala xwe bibîrtînin. Her wiha em tevahî şehîden Êzîdxanê bibirtinin. Şehîdkirina wê ji bo me fermanek bû. Gelek hevalên me vê demê hatin şehîd xistin. Her wiha hevala ma Nûjiyan jî ji ber ku ferman radigand hat hedef girtin."
 
'Ji bo axa xwe li ber xwe dan'
 
Endama TAJÊ'yê Leylê Hebabî jî derbarê şahadeta Nazê Nayif wiha hestên xwe anî ser ziman: “Di serî de em bejna xwe beramberê hemû şehîden ku ber axa xwe şehîd ketine ditevînin. Sersaxî tevahî malbaten şehîdan re dixwezim. Di sala 2017'an de xwestin peşmerge bikevin Şengalê. Dema gel bertek nîşanda erîşê gel kirin. Ne tenê Şehîd Nazê gelek hevalên me bîrîndar bûn gelek hevalên me gihiştin şahadete. Şehîd Nazê ji yek ji wan bû. Nazê her tim dixwest civaka Êzidî xwe birêxistin bike, bibe xwedî îrade. Nazê di karên xwe de çi diket ser milê xwe pêk dianî. Keç û xortê Êzidî wê tola şehîdên xwe hilînin û xeyal û armanca şehîdên xwe wê pêk bînin.”
 
'Em ê şopdarê têkoşîna berxwedêran bin' 
 
Endame Meclîsa TAJÊ Hena Bapîr jî bi boneya biranîna Nazê nêrînê xwe wiha bi lêv kir: "Em îro ji bo bîranîna Nazê kom bûn. Em di serî de hemû şehîdên fermane û şehîdên ku ji bo vê axê têkoşîn dane bibîrtînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Nazê, êşa civaka xwe nêz ve didît û ji bo wê jî têdikoşiya. Nazê di dilê me de saxe û tucar ji bîra me naçe. Em wek hevrêyên wê şopdarê têkoşîna wê bibin û bilind bikin. Ez dîsa ser saxî hemû malbaten şehîdan dixwezim. Em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin.”