Latîfe Akyuz: Tevî serlêdanan cenazeyên me nayên teslîmkirin

  • 09:21 14 Adar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Kesên di qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dan û li bajarên cuda li goristanên bêkesan hatin definkirin, malbatan ji bo cenazeyan bigirin têdikoşin. Latîfe Akyuz ya ku ji bo ceza neviyê xwe û birayê xwe yê li Rihayê hatine definkirin, hewl dide bîne Nisêbînê, diyar kir ku ji ber qedexeyê nikarin bînin û tevî serlêdanan nikarin cenazeyan bînin.
 
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê piştî îlankirina rêveberiyên xweser şûnde 5 caran qedexeya derketina derve ya heta adara 2016’an berdewam kir, hat Îlankirin. Di 14’ê adara 2016’an de qedexeya herî dirêj a navçeyê dest pê kir û 134 rojan berdewam kir. Cenazeyên kesên wê demê di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan jî li bajarên wek Mêrdîn, Riha, Dîlok û Meletiyê li goristana bêkesan hatin definkirin. Tevî ku nasnameya hinek cenazeyan hat tespîtkirin jî malbat nikarin cenazeyan bînin bajarê xwe.
 
Qedexeya goristanê
 
Gelek malbat ji bo cenazeyê xwe bigirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê dan û mînaka xwînê dan. Malbatên her me çûn dozgeriyê, gelek caran mînaka xwînê dan. Lê heta niha 10 cenaze teslîmê malbatên wan hatin kirin. Nêzî 70 cenaze hîna nehatine teslîmkirin. Hat diyar kirin ku çend malbatên ku mînaka DNA’ya wan pê girtiye jî cenaze negirtin e. Malbat diyar kirin ku Qeymeqamtiya Nisêbînê di alî ‘Cenazeyên PKK’ê neyên definkirin’ biryar girtine û nahêlin li goristana Haceca bê definkirin.
 
‘Tevî serlêdanan nayên teslîmkirin’
 
Latîfe Akyuz diyar kir ku tevî ku nasnameya neviyê wê Mehmet û biraziyê wê Îbrahîm hatiye tespîtkirin jî hîna cenazeyên xwe neanîne û wih agot: “Her du jî di qedexeya dawî de di hundir de man. Îbrahîm li taxa Zeynel Abîdîn û Mehmet jî li taxa Abdulkadîrpaşa jiyana xwe ji dest da. Piştî pevçûnan bi mehan me nizanibû ku cenaze birine ku derê. 6 meh şûnde me ya Mehmet û salek şûnde jî ya Îbrahîm dît. Her du jî li goristana bêkesan a Rihayê tên girtin. Me cenazeya her duyan jî nikaribû bigirta. Tevî daxwazanemayan teslîmê me nekirin.”
 
‘Em nikarin biçin serdana goristanan jî’
 
Latîfeyê bi lêv kir ku ew dixwazin cenazeyan li Nisêbînê defin bikin lê ji bo definkirina li goristana Haceca destûr negirtine û wiha got: “4 sal in em nikarin biçin serdana goran jî. Ger em biçin wê bêjin hûn hatine biçin bigirin. Em çi bikin. Gelo em cenazeyan bigirin ser milê xwe. Em dixwazin li cihê ku dixwazin bên definkirin. Ji xwe çar hestî mane. Ji wan hestiyan jî ditirsin. Nizanin çi bikin. Erdogan çi ji me dixwaze. Ev dijminahî çiye. Êdî bes e.”