‘Ji dansa Las Tesîsê ditirsin'

  • 09:19 14 Adar 2020
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Xwendekar Denîz Cesurel, ev çalakiya li hemû cîhanê deng daye tenê li Tirkiyeyê rastî astengiyê hatiye û got ditirsin ku serhildaneke bi vî rengî li Tirkiyeyê derkeve holê.
 
Di 6’ê cotmeha 2019’an de li Şîliyê Danîela Carrasco ya ku yek ji kesên ku mafên veguhestin, perwerde û tenduristiyê protesto kiribû di 19’ê cotmehê de hatibû binçavkirin û di bin çavan de bi tecawizê re rûbirû mabûn û hatibûn qetilkirin. Cenazeya wê jî li ber avahiya şaredariyê daliqandî hatibû dîtin. Piştî vê jinan di çalakiyan de hêrsa xwe mezin kir û serhildana ‘Tecawizkar tu ye’ ‘las tesîs’ dan destpêkirin. Çalakiya dansê li cîhanê belav bû. Li Tirkiyeyê jî li gelek bajaran jinan jin ji bo dansa ‘Las tesîs’ pêk bînin hatin cem hev û rastî êrîşa polîsan hatin, rastî lêpirsînan hatin.
 
Xwendekara Zanîngeha Katîp Çelebî Denîz Cesurel ya li Îzmîrê tevlî çalakiya Las Tesîs bû û lêpirsîn lê hat vekirin, yek ji bo 25 jinên lê lêpirsîn hatin vekirinê bû. Denîzê diyar kir ku sermaye jî ji hêza jinan ditirse.
 
Denîzê got ev çalakiya li hemû cîhanê deng daye tenê li Tirkiyeyê rastî astengiyê hatiye û got ditirsin ku serhildaneke bi vî rengî li Tirkiyeyê derkeve holê û got: “Çalakiya Las Tesîs li Îzmîrê rastî propaganda reş hat. Digotin ku tenê jinên rêxistinkirî li wir in. Lê li Îzmîrê gelek jinên bê rêxistin û ji her alî tevlî vê bûn ev qad wek qada azad bikaranîn. Jinan ev jî bi awayekî herî xweş dans kirin û bi hunerê ji mirovan re vegotin.”
 
‘Yên şoreş dane destpêkirin jin in’
 
Denîzê tecawîz û êrîşa zayendî ya li Şîliyê pisgirêka hevpar a hemû jinên cîhanê ye û got: “Çalakî li 25 welatî belav bû. Jinan kolan tije kirin. Çareserî û pirsgirêkên jinên cîhanê hevpar e. Sermayedarê cîhanê hevpar in. Li Tirkiyeyê ev ev parçeyek pergala kapîtalîst e. Divê em çalakiyên Geziyê bînin ber çavan. Kuştinên jinan, zêdetibûna krîza aborî, ji rêderketina civakî nîşaneya kûrbûna krîzê ye. Ji ber vê Tirkiye ditirse ku tevgereke duyemîn a Geziyê dest pê bike. Beriya Şoreşa Cotmehê ya li Rûsyayê jinan got ‘Ew nan û kulîlkê’ dixwazin û bi ser Çar de meşiyan. Di esasê de jin serkêşiya her tiştî tên dîtin. Sermaye vê baş dizane. Ji hêza jinê ditirsin.”
 
‘Teblîgat şandin dibistanê’
 
Denîzê got wek Stenbol û Enqereyê li Îzmîrê jî mudaxaleyê çalakiya wan hatiye kirin û der barê 25 kesî de biryar agirtinê hatiye girtin û doz hatiye vekirin û got teblîgat jî hatiye dibistanê. Denîzê di dawiyê de wiha got: “Ger mafek bê girtin, li kolanan wê bê girtin. Ger li dijî zext û êrîşan serî bê hildan, divê li kolanan deng bê bilindkirin. Em hemû jinan vexwendiyê qadên xwe dikin.”