Jin Newrozê bi daxwaza aştî û azadiyê pêşwazî dikin

  • 09:14 14 Adar 2020
  • Rojane
WAN-AMED - Pîrozbahiyên Newrozê ji bo tenduristiya gel hat betalkirin jî jin Newrozê bi kelecanek mezin pêşwazî dikin. Ji bo jinan Newroz hêvî, aştî û berxwedane.
 
Vîrusa Korona ku ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve wek pandemî hat îlankirin û roj bi roj belav dibe, li Tirkiyeyê jî hat dîtin û piştî vê çalakî û bernameyên girseyî ji bo tenduristiya gel hatin betalkirin. Newroza ku her sal li Tirkiyeyê ji aliyê mîlyonan ve dihat pîrozkirin ji ber vê sedemê hat betalkirin. Her çiqas bê betalkirin jî li Wan û Amedê jin bi kelecan Newrozê dipên.
 
Azîme Tuncer daxuyakirin ku Newroz hêvî û kelecanê diafirîne û wiha berdewam kir: “Newroz cejna Gelê Kurd e. Hêviya min ev e ku girtiyên siyasî bên berdan. Daxwaza min eve ku reng, ziman û nasnameya me bê qebûlkirin. Ez aştî û azadiyê dixwazim.”
 
‘Newroz serhildane’
 
Kumru Işik jî bi lêv kir ku Newroz ji wan tê wateya serhildan û berxwedanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em her sal bi cil û bergên gelerî diçûn qadan. Îsal pîrozbahiyên girseyî tunebin jî tiştek ji bo me naguhere. Em aştî, azadî û wekheviyê dixwazin.”
 
‘Divê dawî li zextan bînin’
 
Xezêm Koçak destnîşan kir ku Newroz ji bo Kurdan tê wateya xwedî derketina li ziman, çand û nasnameyê û got divê dawî li zextên li ser Gelê Kurd bê anîn.
Heznî Aslan daxuyakirin ku Newroz ji bo Gelê Kurd girîng e û Aygul Ararat jî Newrozê wek azadî bi nav dike.
 
‘Em dest ji azadiya xwe bernadin’
 
Ji Amedê Fîgen Aras jî mîtînga 8’ê Adarê nirxand û got: “Em bi mîtînga ku bi coş derbas bû diçûn 21’ê Adarê. Tevî hemû astengiyan em ê dest ji azadiya xwe bernedin û qêrîna xwe ya ji bo azadiyê bi hemû cîhanê bidin bihistin.”
 
‘Newroz ji bo me girîng e’
 
Hatîce Esmer jî got Newroz ji bo wan gelek girîng e û di serî de li jinan û hemû gel pîroz kir.
 
Arzu Burakmak jî wiha got: “Em jin divê xwedî li van rojên taybet derkevin. Ez ji 1993’an heta niha şahidiya zextên di Newrozan de tê jiyîn dikim. Gule ser me re dihatin reşandin. Bi saya têkoşînê îro bi mîlyonan li qadane. Ji ber vê Newroz ji bo min roja berxwedanê ye û pîroz e.”
 
Gulan Kaya jî balkişand ser girîngiya Newrozê ya ji bo Gelê Kurd û got di vê rojê de azadî û aştî dertê pêş û divê mirov çandên xwe bidin domandin û hêviyên xwe winda nekin.