'Çi bi Gulîstanê hatiye divê derkeve holê'

  • 09:10 14 Adar 2020
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
DÊRSÎM - Parêzer Çagla Yolaşan diyar kir di lêpirsîna der barê dîtina Gulîstan Doku de tê meşadin de îhmal hene û got: “Dibe ku hatibe kuştin, dibe ku hatibe revandin, lê li ser yek tiştekî tê meşandin. Dibe ku hevalê wê yê mêr ew qetil kiribe, dibe ku nekiribe jî. Ev kes bigumanin. Divê di bin kontrolê de bin.”
 
Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku (22) ji 5’ê çile de ye winda ye û tu agahî jê nayê girtin. Ekîbên Xilaskirina Lêgerîna Binavê (SAK) diyar dike ku hebûna Gulîstanê ya di avê de ji sedî 1 îhtîmal tune. Endama Komeleya Piştevaniya Jinan a Yenîgun û parêzer Çagla Yolaşan der barê xebatên windabûna Gulîstan û rewşa giştî ya bajar de nirxandin kir.
 
Çaglayê diyar kir ku piştî windabûna Gulîstanê serlêdanên ji bo komele û komîsyona zarokan a baroyê hatiye kirin derxistiye holê ku bûyerên îstîsmarê li bajar bi awayekî cidî tên jiyîn û got: “Ev bûyera Gulîstanê ji bûyerên şîdet û îstîsmara zayendî ya seranserê cîhanê ne serbixwe ye. Di bin van bûyeran de newekhevî heye. Li Dêrsîmê di demên de gelek bûyerên ji ber vê tên jiyîn.”
 
‘Bajarekî ku demografiya wê guheriye’
 
Çaglayê destnîşan kir ku gotinên zayendperest yên li hember jinan yên AKP’ê şîdeta li ser jinan jî zêde kiriye û gelek rêzefîlmên televîzyonan jî bandorek mezin li ser şîdeta li ser jinan dikin. Çaglayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin her dim di plana duyem de, mafê wan yê axaftinê tune, di rolên kolekirinê û binpêkirinê de ne. Jin bi êrîşeke sîstematîk re rûbirû ne. Dêrsîm jî wek Şirnex û Colemêrgê bingeha wê ya demografîk guheriye. Îro gelek hêzên ewlehiyê li bajar dimînin.”
 
‘Tacîzkar tên parastin’
 
Çaglayê her wiha daxuyakirin ku mêrên ku îstîsmar dikin, tacîz, tecawiz û şîdetê pêk tînin jî ji aliyê darazê ve tên parastin û ev jî sûcan zêde dike. Çaglayê ev tişt anî ziman: “Em hemû dizanin ku jinên ciwan yên zanîngehan ji aliyê xebatkarên zanîngehê û her wiha hemû komên pîşeyî ve tên tacîzkirin. Em vê dibihîzin. Hem jin rastî tacîzê tên û hem jî yên dibin şahid vê ji me re radigîhinin. Serlêdanên yekser tên kirin mixabin bi sînorin. Rastiya civakê ya heyî nahêle tacîzkar îfşa bibe. Ji civakê ditirsin ji zextên civakê ditirsin. Bi pergala bêcezabûnê tacîzkar tên parastin. Em dixwazin ev kes li gorî wijdana civakê bên darizandin. Em naxwazin bûyerên wisa bên veşartin. Em dixwazin pêşî li vê bigirin.”
 
‘Dêrsîm ji pergala baviksalariyê ne serbixwe ye’
 
Çaglayê destnîşan kir ku ew li Dêrsîmê navê kesên ku jinan tacîz û îstîsmar dikin dizanin û wiha pê de çû: “Ev kes piranî ji komên pîşeyî ne. Ev kes van sûcan dikin. Dêrsîm bajarekî ku kêmar lê dijîne. Her tim nêrînek wisa heye. Lê em dikarin bêjin ku ‘Dêrsîm ronakbîre, xwedî hişmende û biçand e’. Lê divê ev neyê jibîrkirin, ev pirsgirêkek zîhniyeta serdest ya mêr e, ronakbîr jî yê xwedî çand jî û hişmend jî dikarin vî sûcî bikin. Ev ne pirsgirêkeke ku herêmê an jî herêmê eleqeder dike ye. Ev rewşeke nêrîna li hember jinê ye. Ji pergala baviksalariyê ne serbixwe ye.”
 
‘Divê em hesab bipirsin’
 
Çaglayê êrîşa zayendî ya li hember zarokan a li Pilûrê jî bibîr xist û wiha got: “Li gelek navçe û gundên Dêrsîmê bûyerên wisa tên jiyîn. Lê yên li van deran dijîn van tiştên wisa qebûl nakin. Dema tacîz derdikeve holê van kesan di nava xwe de nahêlin. Mixabin li her derê cîhanê zîhniyeta mêr xwe bi vî awayî nîşan dide. Divê hesab ji van bên pirsîn. Ev jî ji têkoşîna azadiya jinê derbas dibe.”
 
'Çi bi Gulîstanê hatiye divê derkeve holê'
 
Çaglayê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser windabûna Gulîstanê û got ji roja winda bûye raya giştî rojeveke baş ava dike û nahêle bê jibîrkirin û got: “Lê ev lêpirsîn qels e. Dibe ku întîxar kiribe dibe ku hatibe kuştin dibe ku hatibe revandin. Lê mixabin li ser yek esasê lêpirsîn tê meşandin. Dibe ku hevalê wê yê mêr ew qetil kiribe an jî nekiribe. Ev kes bigumanin. Divê bi her awayî di bin kontrolê de bin. Ekîbên lêgerînê dibêjin ne di avê de ye. Di dosyayê de hîna tiştekî nû tine. Ger întîxar kiribe jî divê derkeve holê. Em dixwazin ku bi hemû alî lêkolîn bê kirin. Çi bi Gulîstanê hatiye, derkeve holê.”