'Dîroka jinê li dijî qedexeyan bi têkoşînê ve hatiye honandin'

  • 09:07 14 Adar 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Dengbêj Feleknas di temenê biçûk de bû dayika xwîşk û birayê xwe û piştre jî bi zorê hat zewicandin û bû dayika 5 zarokan. Di xeyalên wê de her tim denbêjî hebû. Piştî ku ji Mûşê koçberê Amedê bû xeyalên xwe li dijî hemû zehmetiyan pêk anî. Feleknas, got: "Dîroka jinê ligel qedexeyan bi têkoşînê hatiye hunandin." 
 
Dengbêj Feleknas li herêma Serhedê Gundê Kozma Mûşê ji dayik dibe. Hîna di temenê biçûk de dê û bavê wê jiyana xwe ji dest dide. 7 xwîşk û birayê Feleknasê hebûn. Di nav malbatê de her tim bi êrîşên birayê re xwe re ribûrû dimîne û bi darê zorê tê zewicandin. Feleknaz biçûktiya xwe de her tim Radyoya Êrîvanê guhdar kiriye û stranên Êrîvanê li ser bi bandor bûye. Bi taybetî jî ji dengê Eyşê Şanê bi bandor bûye û xwestiye wekî wê bistire. 
 
Ji bira û xwîşkên xwe re bû dayik 
 
Feleknasa ku di temenek biçûk de dê û bavê xwe winda dike û ji xwîşk û birayê xwe re dibe dayik. Her tim kar û barê malê li ser mile wê bû. Çend dayiktiya malê jî kiribe bi zordarî tê zewincandin. Ew di jiyana xwe ya zewacê de jî bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimîne û dikeve di bin barên gelek giran de. 5 zarok tîne dine. Feleknas di salên 90'î de ji ber pirsgirêkên aboriyê berê xwe dide Amedê.
 
‘Qêrîna jinê hatiye qedexekirin’
 
Feleknas ji dengbêjiyên bi bandor bû û hewl dida ku bistire. Ew her tim dengbêjên Radyoya Dengê Êrîvanê guhdar dikir û bi taybetî jî dengê Eyşe Şanê hêz digirt. Çend daxwaz dikir ku bistirê rastî nerazîbûn astengiya malbatê dihat. Feleknas li ser nêzîkatiya civakê wiha got: "Di nava civakê de qêrîna jinê hatiye qedexe kirin ku bi sedan jin têkoşîna li hemberî vê dane. Jin hatin bêdengkirin û an jî stranên wan wekî anonîm belav bûne. Keda jinê û rastiya jinê bi vî rengî hatiye dizîn. Min dixwest ez bibim şopdarên rêya wan a pîroz. Min her tim ji bo vê yekê li ber xweda."
 
‘Dengbêjî ji bo min serî rakirin bû' 
 
Feleknas ji bo dengbêjiyê wiha nêrînê xwe anî ziman: "Axa ku bûye landika şaristaniyê tucarî ji êrîş kêm nemaye. Her tim êrîşên wekî dizî û talankirinê li ser axa me hatiye meşandin û xwestine dîroka wê tune bikin. Mezopotamya her çiqas bi nirxên xwe ve rastî talanan hatibe ji dengbêjî dîrok û destanên wê xwe gihandiye roja me ya îro. Niha wekî berê astengiyên mezin ji tune ye bila ciwan xwedî li van nirxan derbikevin. Min ne dikarî ez bi qêrim ji ber ku berê her tiştî ez jin bûm. Her kes bi çavê mirovên xerab temaşeyê te dikir. Jin tu carî tevlî civata stranbêjan nedibûn û pişt perdeyan guhdar dikirin. Ji bo min dengbêjî serî rakirin bû."
 
‘Jin gihaştin asteke bilind’
 
Feleknas di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser veguherîna civakê wiha got: “Bi saya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di nava civakê de veguherînên mezin pêk hatin. Jinên ku mehkumê zagonên eşîrtî û feodaltiyê hatine kirin êdî serî rakirin û gihaştin astek bilind ji bo azadiya xwe. Jin êdî dikarin xwedî li keda xwe derkevin û xeyalên xwe pêk bînin."
 
'Min xeyalên xwe pêk anî'
 
Feleknas herî dawiyê wiha qala xeyalên xwe kir: "Min êdî bêhtir têkoşîna xwe mezin kir. Min xeyalên xwe li dijî hişmendiya zayendperest a ku tundiyê li ser min daye meşandin, li dijî zordestiya min bi zorê zewicandiye û nehiştiye ku ez dengbêjiyê bikim serxist. Îro ez di nava xebatên dengbêjiyê ya Navenda Çanda Dicleyê de cih digirim. Ez li vir derdikevin pîrozbahiyan û distirim. Ez çûm heta bajarên Ewropayê û ez derketim ser dikê. Ez ê ligel hemû zordariyan li ber xwe bidimin. Dîroka jinê ligel qedexeyan bi têkoşînê hatiye hunandin." "