'Tolik mizgîniya biharê ye û dostê laşê mirov e'

  • 09:02 14 Adar 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Edûlê Çopo ya koçbera Serêkaniyê ye û li dibistanên Til Temirê dijî, pincarê tolikê ji çolê ber hev dike û tîne ziman ku tolik ji bo tendirustiyê gelekî baş e. Edûlê anî ziman ku ew di nava şerdên zor de dijîn û wiha got: "Em di nava şerdên zehmet dijîn lê em li berxwe didin. Dagirker ew ê nikaribin bi êrîş û zilma xwe me tune bike. Kurd tune nabin, wekî giya û tovên di buharê de şîn dibin."
 
Ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi deh hezaran şêniyên navçeya Serêkaniyê û gundewarên wê koçî navçeya Til Temir, gundewarên wê , Çiyayê Kizwanan û bajarê Hesekê, bûn. Edûlê Çopo yek ji jinên koçber yên Serêkaniyê ye. Zêdetirî 5 heyv e li dibistana Seyîf El-Dewlê tevî 150 malbatên koçber, dijî. Rêxistinên mirovî yên alîkariyê, alîkariyê dide wan lê kêm e. 
 
Loma Edûlê berê xwe dide çola derdora Navçeya Til Temirê û pincarên ku di buharê de şîn dibin berhev dike û wekî şîvekê ji xwe û zarokên xwe re çêdike.
 
'Rêxistin çiqasî alîkariyê bide jî lê ne wekî ku mirov li mala xwe be'
 
Edûlê derbarê koçberiya xwe de ev yek anî ziman: "Ji Helebê me berê xwe da cihê aramiyê, Serêkaniyê. Piştre dewleta tirk êrîşî Serêkaniyê kir û em ji wir jî koç bûn. Kes dostê kurdan tune ye. Rêxistinên alîkariyê tên, lê alîkariyên ku didin kêm in û têrî me nakin. Rêxistin çiqasî alîkariyê bide jî lê ne wekî ku mirov li mala xwe be."
 
'Tolik mizgîniya biharê ye û dostê laşê mirov e'
 
Edûlê da xuyakirin ku ew bi dilekî xweş pincar berhev dikin û wiha dom kir: "Ez û hevjîna kurê xwe diçin çolê û tolikê berhev dikin, paqij dikin, dikelînin paşê çêdikin. Her roj em burxur, birinc, makerona û carnan jî tolikê dixwin. Tolikê jî didin hev û bêhna xwe fireh dikin. Di heman demê de tolik ji bo tenduristiyê jî gelekî baş e. Tolik mizgîniya biharê ye û dostê laşê mirov e."
 
'Dûrî dagirkeriya dewleta tirk em dixwazin buharê li Serêkaniyê bijîn'
 
Edûlê wiha pê de çû: "Em dixwazin vê buharê li welatê xwe li ser axa Serêkaniyê bijîn, lê ne bi hebûna dewleta tirk a li ser axa me. Dûrî hovîtî û dagirkeriyê. Daxwaza me yekîtî ye. Bila kurd ê her çar parçeyên Kurdistanê dengê min bibihîsin û yekîtiya xwe ava bikin. Ji parçekirina dijmin re êdî bes e."
 
'Dagirker ew ê nikaribin bi êrîş û zilma xwe me tune bike'
 
Edûlê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Dema ku em rondikan dibarînin, hêrsa me li hember dagirkeran zêde dibe. Her hêsirekî me wê bibe şûr û gule û li dilê Erdogan bikeve. Dagirker ew ê nikaribin bi êrîş û zilma xwe me tune bike. Kurd tune nabin, wekî giya û tovên di buharê de şîn dibin."