ROJEVA 14'Ê ADARA 2020'AN

  • 09:00 14 Adar 2020
  • Rojev
* Edûlê Çopo ya koçbera Serêkaniyê ye û li dibistanên Til Temirê dijî, pincarê tolikê ji çolê ber hev dike û tîne ziman ku tolik ji bo tendirustiyê gelekî baş e. Edûlê anî ziman ku ew di nava şerdên zor de dijîn û wiha got: "Em di nava şerdên zehmet dijîn lê em li berxwe didin. Dagirker ew ê nikaribin bi êrîş û zilma xwe me tune bike. Kurd tune nabin, wekî giya û tovên di buharê de şîn dibin."DÎMEN HEYE
 
* Şanoya Bajêr a Amedê ji bo eywanek mezin dest bi kampanyaya alikariyê kiribû. Şanoger Dîcle Guneşyavuz derbarê kampanyayê de diyar kir ku kampanya ji bo wan pêwist bû û wiha got: “ Civaka kurd xwedî li çand û şanoya kurdî derdikevin û vê kampanyayê jî ev yek eşkere kir.” DÎMEN HEYE
 
*Dengbêj Feleknas di temenê biçûk de bû dayika xwîşk û birayê xwe û piştre jî bi zorê hat zewicandin û bû dayika 5 zarokan. Di xeyalên wê de her tim denbêjî hebû. Piştî ku ji Mûşê koçberê Amedê bû xeyalên xwe li dijî hemû zehmetiyan pêk anî. Feleknas, got: "Dîroka jinê ligel qedexeyan bi têkoşînê hatiye hunandin."   DÎMEN HEYE
 
* Parêzer Çagla Yolaşan diyar kir di lêpirsîna der barê dîtina Gulîstan Doku de tê meşadin de îhmal hene û got: “Dibe ku hatibe kuştin, dibe ku hatibe revandin, lê li ser yek tiştekî tê meşandin. Dibe ku hevalê wê yê mêr ew qetil kiribe, dibe ku nekiribe jî. Ev kes bigumanin. Divê di bin kontrolê de bin.” BI DÎMEN 
 
*Pîrozbahiyên Newrozê ji bo tenduristiya gel hat betalkirin jî jin Newrozê bi kelecanek mezin pêşwazî dikin. Ji bo jinan Newroz hêvî, aştî û berxwedane. BI DÎMEN
 
*Xwendekar Denîz Cesurel, ev çalakiya li hemû cîhanê deng daye tenê li Tirkiyeyê rastî astengiyê hatiye û got ditirsin ku serhildaneke bi vî rengî li Tirkiyeyê derkeve holê. BI DÎMEN 
 
*Malbatên, kesên di qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dan û li bajarên cuda li goristanên bêkesan hatin definkirin, ji bo cenazeyan bigirin têdikoşin. Latîfe Akyuz ya ku ji bo ceza neviyê xwe û birayê xwe yê li Rihayê hatine definkirin, hewl dide bîne Nisêbînê, diyar kir ku ji ber qedexeyê nikarin bînin û tevî serlêdanan nikarin cenazeyan bînin. BI DÎMEN