Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan

  • 17:16 13 Adar 2020
  • Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ji bo hevdîtinê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 21 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo bikaribin biçin hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Malbatên her sê girtiyên din ên li gel Abdullah Ocalan girtî ne jî serî li serdozgeriyê dan. Birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn bi rêya parêzeran serî li serdozgeriyê dan. 
 
Malbatan piştî 12’ê tebaxa 2019’an herî dawî di 2’ê Adarê de hevdîtin pêk anîbûn.