Li Şirnexê ji bo Bêrîvan Kutlu daxuyanî hat dayîn

  • 14:40 13 Adar 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê, ji bo Hevşaredara Şaredariya Cizîrê ya qeyûm tayînê şûna wê hat kirin Bêrîvan Kutlu daxuyanî da. Daxûyanî Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç xwend û wiha got: “Bi vê êrîşê ne bi  tenê Bêrîvan Kutlu her wiha têkoşîna jinê jî hedef hatiye girtin. Çawa ku em bi salan in li dijî êrîşan têkoşîna xwe didomînin, em ê ji vir şûnde jî têkoşîna xwe bidomînin. Tu êrîş nikare me ji têkoşîna jinê dûr bide xistin.”
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, ji bo Hevşaredara Şaredariya Cizîrê ya qeyûm tayînê şûna wê hat kirin Bêrîvan Kutlu li avahiya navenda Şiirnexê daxûyanî da. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, rêvebirin HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.  Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç daxuyanî xwend.
 
Guler, anî ziman ku êrîşên îktîdara AKP  û MHP’ê li dijî HDP’ê  bênavber berdewam dike û wiha got: “Duh li Şirnex, Amed û Rihayê operasyona siyasî ya girkirinê hat destpêkirin û gelek parêzer, endamên meclîsê û rêvebirên partiya me hatin binçavkirin. Duh saetên serê sibehê de hevşaredara me Bêrîvan Kutlu jî hat binçavkirin. Bêrîvan bi kelepçeya berovajî û bi heqaretan hat binçavkirin. Sedema binçavkirina hevşaredara me hîn nayê zanîn û nahêlin parêzer bi hevşaredara me re hevdîtinê pêk bînin.  Hevşaredara me di serî de birin Midûriyeta polîsan ya Cizîrê û piştre birin Midûriyeta Rihayê û niha li wir tê girtin.”
 
‘Wiha têkoşîna jinê jî hedef hatiye girtin’
 
Guler, herî dawî wiha got: “Hevşaredara me Bêrîvan Kutlu bi salanin di nav siyaseta jin û têkoşînê de cih girtiye û her wiha vîna gelê Cizîrê ye. Ev êrîş di şexsê Bêrîvan Kutlu de li dijî hemû gelê Cizîrê pêk hatiye.  Her wiha bi vê êrîşê ne bi  tenê Bêrîvan Kutlu her wiha têkoşîna jinê jî hedef hatiye girtin. Çawa ku em bi salanin li dijî êrîşan têkoşîna xwe didomînin, em ê ji vê şûnde jî têkoşîna xwe bidomînin. Tu êrîş nikare me ji têkoşîna jinê dûr bide xistin. Ev êrîşa li dijî Bêrîvan Kutlu em qebûl nakin û em dibêjin demildest bila bê berdan.”
 
‘Bi awayekî bêhiqûqî li dijî partiya me êrîş pêk tên’
 
Herî dawî Hasan Ozgûneş ê HDP’yî axivî û wî jî bi lêv kir ku di demên dawiyê de li dijî partiya wan êrîş hatine destpêkirin û wiha pê de çû: “Ev binçavkirin bi awayekî bêhiqûqî pêk tên. Bi awayekî kêfî tên kirin. AKP’ê di demên dawiyê de 16 hezar hevalên me kirin bin çavan û niha 5 hezar hevalên me jî di bin çavan de ne. Bi awayekî bêhiqûqî li dijî partiya me êrîş pêk tên.”
 
‘Li dijî hemû êrîşan têkoşîna me dê berdewam bike’
 
Hasan, herî  dawî got divê îktîdara AKP’ê dawî li van êrîşên xwe bîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin hevşaredara me Bêrîvan Kutlu demildest bê berdan. Divê îktîdara AKP’ê dawî li vê bêhiqûqiyê bîne. Li dijî hemû êrîşan têkoşîna me dê berdewam bike.”