Yekîtiya Ciwanên Efrînê li Şehbayê meş li dar xist

  • 14:20 13 Adar 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Yekîtiya Ciwanên Efrînê, bi dirûşma "Bi berxwedana ciwanên Êzîdî dê Efrîn rizgar bibe" roja dagirkirina Efrînê bi meşekê şermezar kirin. 
 
Di 18'ê Adara 2018'an de bajarê Efrînê ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve hat kontrolkirin. Yekîtiya Ciwanên Efrînê roja kontrolkirina Efrînê bi meşekê li gundê Til Susîn a Kantona Şehbayê şermezar kirin. Di meşê de Şêniyên Şehba û Efrîn, Yekîtiya Êzidiyan û sazî û dezgehên civaka sivîl amade bûn. Her wiha wêneyên şehîdên komkujiya Til Rifetê hatibûn hildan.  Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Ciwanên Efrînê Yesmîn Cindo ve hat xwendin. 
 
Daxuyanî wiha bû: 
 
"Dewleta tirk di 20'ê Çile 2018'an de bi hemû hêzên xwe êrîşî bajarê Efrînê kir û 18'ê Adara 2018'an de jî dagir kir. Di van êrîşan de gelek sivîlî jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn û koçber bûn.  Bêdengiya ku di pêvajoya Efrînê de hatiye jiyîn, encama planên dewletan e. Armanca dewletan ew bû ku yekbûna gel û Xweseriya Demokratîk têk bibin.
 
Em wek ciwanên Êzidiyên Efrînê, soza tolhildanê nû dikin û li ser doza rizgarkirina Efrînê her têdikoşin. Em ê li hember zext û bêdengiya cîhanê hêza rizgariyê xurtir bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.