Polîsan êrîşî daxuyaniya parêzeran kir

  • 14:18 13 Adar 2020
  • Rojane
ENQERE - Polîsan êrîşî daxuyaniya hevpar ku parêzeran xwest derbarê binçavkirina parêzerên Komeleya Hukquqnasên Azadîxwaz de bidin kir.
 
Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ya ya Enqereyê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafên Mirovan  (ÎHD) û Hiquqnasên Civakî û Hiquqnasên ji bo Demokrasiyê xwestin bi awayê hevpar derbarê parêzerên ku hatin binçavkirin de li ber Edliyeya Enqeryê daxuyaniyekê bidin. Lê polîsan êrîşî daxuyaniyê kir.
 
Parêzerên ku li ber Edliyê hatin gel hev pankarta bi dirûşma "Em parastinê diparêzin" vekriin û di dema ku Seroka OHD'ê ya Enqeryê Şevîn Kaya det bi xwendina daxuyaniya hevpar kir de polîs bi awayekî tund êrîş kir. Polîsan li parêzeran dan û ew bi hundirê edliyê de daf dan. 
 
6 parêzerên lêdan xwarin ji bo rapora ku li wan dane bigirin çûn nexweşxaneyê. Parêzeran diyar kir ku piştî raporê ewê biçin gilî bikin. 
 
Di daxuyaniya ku hat astengkirin de wiha hat gotin: "Em serdema ku AKP -MHP'ê daraz kirine bin destê xwe dijîn. Ji ber wê ye ku hebûna parêzerên demokrat û azadîxwaz ji bo xwe wekî zextekê dibînin û dixwazin xebata wan a pîşeyî krîmînalîze bikin. Bi awayê dijqanûnî bi operasyona serê sibehê re binçavkirina parêzeran nayê qebûllkirin. Bila hempîşeyên me yên dibin çavan de demildest bên berdan."