Ji ber vîrusa Koronayê çalakiya xizmên windayan betal bû
- 13:58 13 Adar 2020
- Rojane
ÊLIH - Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê bi boneya vîrûsa Koronayê navber da çalakiya xwe ya heftane “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin.”
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Êlihê ragihand ku wan çalakiya her hefte roja şemiyê ji bo winda werin dîtin û kujer werin darizandin, bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” li dar dixin bi boneya vîrûsa koronayê betal kirine.
ÎHD’ê daxuyaniyek nivîskî belav kir û di daxuyaniyê de wiha got: “Desteya rêveberiya me biryar girt ku ji ber tevdîra vîrûsa koronayê demek kin navber bide çalakiya xwe ya heftane.”