Ebru Gunay: Di serdema bê de planê me yên derbarê tecrîdê de hene

  • 12:28 13 Adar 2020
  • Rojane
ENQRE - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay di cîvîna heftane ya partiya xwe de axivî û  got ku kesên rewşa wan kritîk yên di girtîgehê de ji ber vîrusa koronayê ku belav dibe divê bên berdan. Ebrûyê diyar kir ku di serdema bê de derbarê tecrîdê de jî planên wan hene. 
 
Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, li Navenda Giştî ya partiya xwe HDP'ê li Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di nava hefteyê de nirxand. Ebrû, ewil polîtikayên AKP'ê yên şer û kaosê rexne kir û wiha got: "Em ê li dijî şer aştî, li dijî mirinê jiyanê û li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin û têkoşîna xwe berdewam bikin. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû kesên aştî û demokrasiyê dixwazin û bang li hemû rêxistinên demokrasiyê dikin ku helwesta xwe ji  bo aştî, demokrasî û diyalogê pêş bixin. Em carek din AKP'ê hişyar dikin. Em dixwazin bi lez dest ji van polîtîkayên şer berdin. Ev şer û polîtîka zerarê dide civaka Tirkiyeyê. Israra di vî şerî û van politikayan de zerarê dide pêşeroja Tirkiyeyê. Divê bi lez dest ji polîtîkaya dijminantiya Kurdan berden. Divê dest ji polîtîkayên Sûryeyê berdin."  
 
'Jinan di 8'ê Adarê de mohra xwe li qadan da' 
 
Ebru, bal kişand ser pîrozbahiya 8'ê Adarê jî û wiha axivî: "HDP' amade ye ku xeta demokrasî û aştiyê pêş bixe. Hefteya borî hefteya 8'ê Adarê bû. Tirkiye bû şahidê çalakiyên rengîn û bi coş. Em carek din jinan silav dikin. Jinan bi çalakî û daxwazên xwe mohra xwe li hefteya borî xist. Li hefteya pêş me jî cejna Nerozê heye. Newroz ji bo hemû gelan cejna roja nû û Roja raperînê ye. Lê em bi vîrûsa Corona rû bi ru ne."
 
'Em ê bi rihê Newrozê biçin 1'ê Gulanê'
 
Ebru, anî ziman ku ji ber vîrûsa Corona mîtînga Newrozê taloq kirine û wiha berdewam kir: "Vîrûsa Corona li hemû cîhanê belav bûye û li Tirkiyeyê jî hat dîtin. Ji ber vê yekê me pîrozbahiya Newrozê ya bi girseyî ji nû ve nirxand. Ji ber fikarên heyî me tenduristiya gel esas girt. Me biryar da ku Newroza bûye malê gelan îsal ji ber tenduristiya gel taloq bikin. Ev ji bo me biryarek pir zahmet bû. Em ê bi rihê Newerozê biçin 1'ê Gulanê û Coşa Newrozê bi pîrozbahiya 1'ê Gulanê re bikin yek. Newroz cejna berxwedanê ya sedsalan e. Roja raperina gelan e. Cejna gel e. Gel dizane dê çawa Newrozê pîroz bike. Gel dê Newroza xwe li mala xwe kolanên xwe pîroz bike. Bi şiklê rîska vîrûsê li ber çavan bigire dê Newroza xwe pîroz bike. " 
 
'AKP ji bo tendirustiya gel tedbîran nagire'
 
Gunay, polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî vîrusa Corona jî rexne kir û got: "Pergala heyî ku gel di nava şer, alozî, kaosê de dihêle, li hemberî van gefên li dijî tenduristiyê gel bê tedbîr dihêle. Wezareta Tenduristiyê jî li gorî tê xwestin tedbîran nagire. Em dixwazin xebatên xwe zelal û aşkere bimeşîne û tenduristiya gel esas bigire. " 
 
'Bila girtî bên berdan'
 
Gunay, bal kişand ser rewşa girtîgehan jî û wiha bi dawî kir: "Me helwesta hikûmeta AKP'ê ku tenê xwe esas digire, di erdheja Wanê û gelek geşedanên civakî û xwezayî de dît. Em dixwazin ku hikûmet bi lez dest ji berjewendiyên xwe yên siyasî berde û xizmeta li dijî vê vîrûsê bê pere bide. Dîsa ji ber vê vûrûsê divê hemû girtî û bi taybet jî girtiyên rewşa wan krtîk serbest bên berdan û ji bo tecrîdê jî di serdema bê de palanên me ku em bikin meriyetê hene.