Siyasetmedar, parêzer û gardiyan di bin çavan de ne

  • 12:20 13 Adar 2020
  • Rojane
RIHA - Di operasyona navenda wê Riha bû ya duh li Amed, Şirnex, Êlih û Wanê hat kirin de 10 parêzer, 1 hevşaredar, 12 gardiyan û gelek siyasetmedar hatin binçavkirin.   
 
Hat zanîn ku di operayona navenda wê Riha bû, ya duh li Amed, Şirnex, Êlih û Wanê hat kirin de, gelek kes hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de parêzer, hevşaredar, gardiyan û siyasetmedar hene. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bi rê ve bir de, 10 parêzer, 1 hevşaredar, 12 gartiyan û gelek siyasetmedar hatin binçavkirin. Her çiqasî hinceta operasyonê nehat aşkerekirin jî, hat diyarkirin ku ev operasyon li dijî parlamenterên ji girtîgehan hatine berdan û gardiyenan hatiye lidarxistin. Hat ragihandin ku 12 gardiyenên hatin binçavkirin, li Girtîgeha Tîpa T a Sîweregê dixebitin. 
 
Hat destnîşankirin ku derbarê 103 kesan de biryara binçavkirinê heye û di lêpirsînê de şahidê nepen heye. 
 
Navê hin kesên hatin binçavkirin wiha ne: 
 
Riha: Parêzer Metîn Ozbadem (endamê Meclîsa HDP’ê), Emîn Baran, Hîdayet Enmek, Sevda Çelîk Ozbîngol, Cemo Tuysuz, Şeyhmus Înal, Huseyîn Îzol, rêveberê HDP’ê yê berê Sedat Çelîk, endamê Meclîsa Şaredariya Sîweregê yê HDP’ê Îbrahîm Ayyildiz, xebatkarên Radyoya Kaniya Xezalan a bi KHK’ê hat girtin Salîh Erbekler, Halîl Çay, Mîzgîn Çay Yavûz a pitika wê ya 50 rojî heyî û Kemal Ak. 
 
Amed: Parêzser Zeynep Işik û Ozkan Avcî, Dîdar Çeşme, Mehmet Akdogan, Zeynep Kiyar.
 
Şirnax: Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kûtlû, parêzesr Gurgun Kadirhan.
 
Wan: Hakan Keleş.
 
Êlih: Farûk Toptaş