Ji bo betalkirina Newroza Amedê serî li walîtiyê hat dayin
- 12:18 13 Adar 2020
- Rojane
AMED - Komîteya Amadekar a Newroza Amedê ji bo betalkirina pîrozbahiyê serî li walîtiyê da.
Ji ber vîrûsa koronayê pîrozbahiyên Newrozê yên girseyî duh hatibûn betalkirin. Li ser vê yekê Komîteya Amadekar a Newroza Amedê ku beriya niha bi çend rojan ji bo destûra pîrozkirina Newrozê serî li Walîtiya Amedê dabû, niha jî ji bo betalkirina bernameyê serî li walîtiyê da.