Cenazeyê Zehrayê piştî 3 mehan hat definkirin

  • 12:00 13 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Malbata  Zehra Eryilmaz a ku di operasyoneke leşkerî jiyana xwe ji dest da piştî 96 rojan cenazeyê keça xwe spart axê. 
 
Malbata Zehra Eryilmaz, cenazeyê keça xwe ya HPG’yî piştî 96 rojan spart axê. Zehra, di 7-8’ê Kanûnê de li Zozanên Şenê di operasyoneke lekkerî de tevî çar hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû. 
 
Îro Serdozgeriya Mûşê telefonî malbata Zehra Eryilmaz kir ku biçin cenazeyê keça xwe ji morga Tiba Edlî ya Meletiyê bigire. Li ser vê yekê malbat û Rêveberên MEBYA-DER’ê çûn Meletiyê. Piştî ku cenaze ji morgê wergirtin, ji bo wecîbeyên olî pêk bînin anîn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Dûre cenaze ji nexweşxaneyê wergirtin û heta goristanê di bin dorpêça maşîneyên zirxî yên polîsan de birin Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê. Li vir polîsan ji derveyî malbatê nehişt kes beşdarî merasîma cenaze bibe. Malbatê cenazeyê keça xwe saet di 22.30’an de spart axê.
 
Endam û rêveberên Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA –DER), Komeleya Alikariyê ya Malbatên Girtiya (TUAY-DER), endam û rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeya Peyasê û bi dehan welatî li pişt dorpêça polîsan ji derveyî goristanê piştgirî dan malbatê.
 
Malbat dê sibê şîna keça xwe li Mala Şînê ya Farqînê li Taxa Bagcilar a navçeya Rezan a Amedê deyne û dê şîn sê rojan bidome.