Jinên Girtî: Li Girtîgeha Sîncanê ji bo vîrusa coronayê tedbîr nayê girtin

  • 11:58 13 Adar 2020
  • Rojane
ENQERE - Jinên Girtî yên li Girtîgeha Sîncanê anîn ziman ku rêveberiya girtîgehê ji bo vîrusa coronayê tedbîr nayê girtin.
 
Jinên Girtî yên li Girtîgeha Sîncanê anîn ziman ku rêveberiya girtîgehê ji bo vîrusa coronayê tedbîr nayê girtin. Li gor nûçeya Di Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) bi rêya hevdîtina girtiyan a bi malbatan re girtiyan ragihandin ku îdare tenê beşa xwe dezenfekte dike û beşên girtî lê ne nayên dezenfektekirin. 
 
Girtiyan diyar kirin ku çûyin û hatina girtîgehan a bi kêfî rê li belavkirina vîrusa coronayê vedike. Her wiha girtiyan diyar kirin ku îdareya girtîgehê tenê tedbîra kêmkirina hevdîtinan digire. 
 
Girtiyan ji bo girtina tedbîrê bang li Wezareta Tenduristiyê kirin û gotin di rewşek karantînayê de ew dixwazin hevdîtina bi telefonê ya malbatan bê dirêjkirin. 
 
Jinên girtî ji bo pêdiviyên alavên paqij banga hestiyariyê kirin.