Hevseroka TUHAY-DER'ê ya Marmarayê hat girtin

  • 09:25 13 Adar 2020
  • Rojane
STENBOL - Hevseroka TUHAY-DER'ê, Esîn Çelîk a Marmarayê bi hinceta ji girtiyan re pere razandiye hat girtin. 
 
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Hıkumxwar û Girtiyan a Marmarayê (TUHAY-DER) Esîn Çelîk bi hinceta ji girtiyan re pere razandiye du roj berê li Fethiyeya Muglayê hatibû binçavkirin. Piştî binçavkirinê Esînê anîn Stenbolê û piştî ku karê wê yê emniyetê qediya do di saetên şev de ew derxistin 3'yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê. 
 
Esînê bi hinceta pere ji girtiyan razandiye û bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin.