‘Em ê li dijî polîtîkayên qirêj ên li hember ciwanan têbikoşin’

  • 09:16 13 Adar 2020
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
DÊRSÎM - Xwendekara Zanîngeha Munzurê Melek Akar, diyar kir ku li Dêrsîmê li hember ciwanan polîtîkaya şerê taybet di dewrê de ye û got: “Em ê ciwan rê nedin van polîtîkayan. Em ê pêşî lê bigirin. Em ê li dijî van polîtîkayan têbikoşin.”
 
Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku ji 5’ê Çile de winda ye û tevî 2 meh derbas bû jî tu agahî jê nehat girtin û di lêpirsîna hat vekirin de jî tu pêşketin çênebû. Xwendekara Beşa Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Munzurê û endama Komeleya Xwendekarên Azad Melek Akar, diyar kir ku li Dêrsîmê polîtîkayên qirêj di dewrê de ne û pirsgirêkên li zanîngehan tên jiyîn vegot.
 
‘Zanîngeh ên xwendekaran e’
 
Melekê got gelê Dêrsîmê vê zêde ferq nakin lê yên ji derve tên vê zextê pir zelal dibînin û got: “Bi taybet xwendekarên bajarên herêmê zanîngeha Munzurê tercîh dikin. Gelek xwendekar xwedî hişmendin lê di alî derketina vê hişmendiyê de zehmetî tên jiyîn. Em li dibistanê rastî zexta rektoriyê li derve jî rastî ya dewletê tên. Hedefa wan ev e ku li ser xwendekaran serdestiyê ava bikin. Lê em vê qebûl nakin. Li zanîngehan ji bo xwendekaran tu qad nayê veqetandin. Hewl didin her tim me di bin kontrolê de bigirin. Lê zanîngeh xweser in, ya xwendekaran e. Zanîngeh bûne wek qada polîsan. Xwendekar rastî tacîza polîsan û mamosteyan tên. Tevî me bi dehan carî ji rektor re ragihand jî em muxatab negirtin.”
 
‘Gelek xwendekarên tên tacîzkirin hene’
 
Melekê daxuyakirin Komeleya Xwendekarên Azad xebatên rêxistinkirinê dimeşînin û got: “Dixwazin li ser xwendekaran tirsê biafirînin. Em armanc dikin pêşî li vê bigirin. Em hewl didin bi xwendekaran re bên cem hev. Divê ciwan ligel hev cih bigirin û li dijî zextan bibin bersiv. Di heman demê de em xwe rêxistin dikin. Em dibêjin ku qadên zanîngehê aydên me ne. Em dibêjin ku divê xwendekarên jin li dijî tacîz, tecawizan bêdeng nemînin. Li dibistanê gelek xwendekarên rastî tacîzê tên hene. Lê ji tirsan naynin ziman. Lê em dibêjin ku ne em, divê tacîzkar bitirsin. Bûyera Gulîstan Doku jî parçeyek vê ye. Ji aliyê mamoste ve her tim rastî zextê tê, ji aliyê hevalê xwe yê mêr ve rastî zextê tê. Di encamê de jî niha Gulîstan winda ye.”
 
‘Me Gulîstan pirsî em rastî êrîşan hatin’
 
Melekê got niha dibînin ku Dêrsîm veguheriye girtîgehek vekirî û wiha pê de çû: “Li serê her kolanê nokteyên kontrolê hene. Mobese hene. Tevî vê Gulîstan li vî bajarî winda bû. Em her roj tên sekinandin û rastî GBT’ê tên. Lê çawa dibe ku cihê ku Gulîstan lê winda dibe, ne kamera lê ye ne jî polîs. Em bawer nakin Gulîstanê întîxar kiriye. Çalakiyên me ji bo Gulîstanê pêk anîn, hatin astengkirin. Em dibêjin ‘Gulîstan li ku ye’ ew êrîş dikin. Ev du mehe hevala me winda ye. Li Dêrsîmê li ser xwendekaran polîtîkayên qirêj tên meşandin. Dixwazin bi ahlaq û nirxên civaka Dêrsîmê bilîzin. Em ê rê nedin van polîtîkayan. Em ê li dijî van polîtîkayan têbikoşin.”