‘Girtina deriyên sînor, bandor li krîza aborî dike’

  • 09:13 13 Adar 2020
  • Rojane
WAN - Ji ber vîrusa korona ya li Çînê dest pê kir û li hemû cîhanê belav bû, deriyên sînor yên Wan-Îranê hatin girtin û girtina sînoran bandor li krîzê kir. Jinên li Wanê jî diyar kirin ku ji ber girtina deriyan pisgirêka aborî dijîn û her wiha gotin di alî tedbîrên li dijî vîrusê jî qelsî hene.
 
Ji ber vîrusa koron ya li bajarê Wuhan a Çînê derket holê û li gelek welatan belav bû, bi 121 hezar kesî re vîrus hat tespîtkirin. Her wiha ji ber vîrusê herî kêm 4 hezar û 300 kesî jî jiyana xwe ji dest da. Di 10’ê Adarê de jî li Tirkiyeyê wezîrê Tenduristiyê Fahretîn Koca daxuyanî da û diyar kir ku yekem bûyera vîrusa korona hatiye tespîtkirin. Yek welatên ku herî zêde mirinên ji ber korona pêk hatin Îran e. Piştî vê deriyên sînor yên Îran-Wanê hati girtin û vê carê jî krîza aborî zêdetir xwe da hîskirin.
 
‘Doktor kêm in’
 
Makbule Bartu ya li taxa Xaçort a Wanê dijî, diyar kir ku bi girtina deriyan re krîza aborî giran bûye. Makbuleyê bi lêv kir ku ji Îranê berhem dianîn û difroşin û wiha got: “Dibe ku demek dirêj bû li Tirkiyeyê hebû, lê nedigotin. Piştî ku dewletên biyanî gotin wê ji bo têkoşîna li dijî nexweşiyê piştgiriyê bidin Îranê, wezareta tenduristiyê jî daxuyaniyek wisa da. Ji xwe li welat krîza aborî heye. Ji bo dermankirina nexweşan jî hejmara doktoran jî gelek qels in.”
 
‘Divê tedbîrên berfireh bên girtin’
 
Zeynep Duman jî bi lêv kir ku piştî daxuyaniya wezaretê tedbîrên li Tirkiyeyê tên girtin qelsin û wiha pê de çû: “Tedbîr gelek kêm in. Her çiqas krîza aborî hebe jî divê di qada tenduristiyê de sînorkirin neyê kirin û tedbîrên berfireh bên girtin. Ligel vê girtina deriyên sînor jî bandor li aboriyê dikin. Ji Îranê bi hezaran kes dihatin Wanê.”
 
‘Ger derî nehatibana girtin wê pirsgirêkên cidî bihatana jiyîn’
 
Makbule Aslan jî destnîşan kir ku piştî girtina deriyan di alî aborî de pirsgirêk jiyane û wiha pê de çû: “Tu agahiya me der barê nexweşiyê de tune.Çawa derket holê em vê jî niznain. Çareseriya vê çiye, divê li hemû cîhanê li ser vê xebat bên kirin. Kurê min diçû Îranê. Me debara xwe wisa dikir. Niha naxebite. Derî hatine girtin. Lê nehatana girtin jî me yê niha pisgirêkên cidî bijiyana.”
 
Salîha Erol jî got ji ber derî zû nehatine girtin, vîrus wisa li Tirkiyeyê belav bûye.