Sabriye 4 sale li benda edeletê ye: Ez wan rojan ji bîr nakim

  • 09:07 13 Adar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Di ser qedexeya derketina derve ya di 14’ê Adara 2016’an re li Nisêbînê hat îlankirin de 4 sal derbas bû. Di wê pêvajoyê de yek ji welatiyên ku jiyana xwe ji dest dabû Şerîf Alpar bû. Hevjîna wî Alya Alpar diyar kir ku ew 4 sale li bendê edeletê ye û got: “Ez wan rojan tu car ji bîr nakim. Kê ew kuştibe bila derkeve pêşberî darazê.”
 
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê piştî îlankirina rêveberiyên xweser şûnde, 5 caran qedexeya derketina derve ya heta Adara 2016’an berdewam kir, hat Îlanirin. Di 14’ê Adara 2016’an de qedexeya herî dirêj a navçeyê dest pê kir. Di pêvajoya qedexeya ku 134 rojan berdewam kir de, di navbera yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û polîs û leşkeran de pevçûn pêk hat. Li gorî daneyên fermî yên dewletê di pevçûnan de 68 leşkerî jiyana xwe ji dest daye û 384 heb jî birîndar bûne. Li gorî rapora Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê li Nisêbînê 25 sîvîl hatine qetilkirin. Lê li gorî çavkaniyên herêmî û rojnamegeran di pevçûnan de ji 80’ê zêdetir cenaze derketine.
 
Der barê qetilkirina sivîlan de lêpirsînên hatin vekirin jî heta niha pêş neketin û serlêdanên parêzeran jî bê encam man.
 
‘Di destê hevjînê min de çek tunebû’
 
Yek ji sivîlên ku hatibû qetikirin Serîf Alpar yê 55 salî bû. Şerîf di 21’ê Mijdara 2015’an de li kolana Çag a li taxa Abdulkadîrpaşa di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest da. Welatiyan cenazeyê Şerîf girtin û beriya bibin nexweşxanê demek dirêj li baxçeyê mala wî dabûn sekinandin. Hevjîna wî Alya Alpar wiha got: “Ez ne li malê bûm. Hevjînê min ji malê derdikeve û wê biçûna taxa Firat mala xizmên me. Min agahiya mirina hevjînê xwe girt. Ew kesekî sivîl bû. Di destê wî de ne çek ne jî tiştekî din hebû.”
 
‘Ez wan rojan ji bîr nakim’
 
Alyayê bi lêv ki ku êşa wan îro jî didome û got: “Yekane daxwaza me edelete. Çima hevjînê min hat kuştin. Kê kuşt bila derkeve pêşberî edeletê. Bila êdî aştî pêk bê. Bila li ser vê axê xwîn nerêje. Ez ne hevjînê xwe ne jî tiştên hatin jiyîn jibîr dikim. Me gelek êş kişandin. Xaniyê me hat hilwşandin, hevjînê min hat qetilkirin. Ez ji bo hevjînê xwe edeletê dixwazim.”
 
Sivîlên fikar heye ku dosya wan bi keve ber demboriyê navên wan  wiha ne: Ahmet Sonmez (50), Şahîn Turan (25), Selamet Yeşîlmen (44), Abdulkadîr Yilmaz (65), Hasan Dal (45), Musur Aslan (19), Emîn Oz (55), Muhammed Altunkaynak (19), Nurhan Kaplan (45), Şerîf Alpar (55), Sedat Gungor (22), Mehmet Emin Înan (55), Cudî Teber (23), Mahsum Alpdogan (19), Fehime Akti (56), Hakan Dogan (15), Medenî Orak (45), Rohat Karakoç, Hasan Korkmaz (60), Mehmet Pîtek (40), Heyhat Mujde (43), Saadet Mujde (19), Fehîme Kurumaz (11), Dilşa Ak (59) û Emîre Gok (39).