‘AKP’a di şer de israr dike, penaberan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne’

  • 09:06 13 Adar 2020
  • Rojane
COLEMÊRG - Jinan bertek nîşanê binpêkirinên mafan yên penaber li deriyên sînor dijîn û gotin: “Erdogan digot ‘Hûn mêvan in’. Niha wek bar dibînin. Penaberan her tim ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.”
 
Rejîma Sûriyeyê, bi piştgiriya Rûsyayê li navçeya Seraqîb a Îdlîbê di 27’ê Sibatê de li hember Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) û komên piştgiriyê didin wê, êrîşa hewayî pêk anî û 33 leşkerî jiyana xwe ji dest dabû. Piştî vê serokomar Tayyîp Erdogan di 28’ê Sibatê de daxuyaniya ‘deriyên sînor vekin’ daû li ser vê bi hezaran penaber ji bo derbasî Ewropayê bibin çûn deriyên sînor ên Pazarkule û Îpsala ya Edîrneyê. Penaberên hewl dida ji deriyên sînor û çemê Merîçê derbas bibin, vê carê li alî Yewnanîstanê jî leşker li hember wan e. Penaber bi rojane bi pêkanînên dijmirovahî re tên rû hev. Wezareta Karê Hundir diyar kir ku 137 hezar û 647 penaber derbasî Yewnanîstanê bûne û yek jê zarok 6 penaber jî dema sînor derbas dikirin jiyana xwe ji dest dane. Jinên Geverê bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku desthilatdarî pirsgirêka penaberan ji bo berjewendiya xwe bi kar tîne.”
 
‘Zilma ku nehat kirin nema’
 
Gulten Sancak diyar kir ku AKP’ê ewil penaber ji bo ku dengan bide bi kar aniye û got: “Niha karê wan qedya û li hember Ewropayê wek koz bikar tînin. Li Sûriyeyê ji roja şer hatiye destpêkirin heta niha zilma ku nehat kirin nema. Divê gelên Sûriyeyê li ser axa xwe azad bijîn.”
 
‘Bi şer pirsgirêk nayên çareserkirin’
 
Zozan Gurbuz jî bi lêv kir ku ew naxwazin li tu welatî şer bê jiyîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi şer tu pirsgirêk nayên çareserkirin. Bila kezeba dayikan neşewite. Gelê Sûriyeyê perîşan bûye. Mafê kesî tune ye vê zilmê bike. Em tiştên ku tên serê wan di televîzyonan de dibînin. Kezeba me parçe dibe. Bila êdî dest ji penaberan berdin.”
 
‘Em van tiştan qebûl nakin’
 
Saniye Şen jî bi lêv kir ku Tirkiye di alî de di krîzê de ye û wiha berdewam kir: “Divê dawî li polîtîkayên şer bên anîn. An jî wê pirsgirêk çareser nebin. Binpêkirinên mafan ên li ser penaberan nayên qebûlkirin. Em bi têkoşînê dikarin pêşî li van polîtîkayên AKP’ê bînin.”
 
‘Çavkaniya pirsgirêkan şer e’
 
Gulçîn Karabuk jî destnîşan kir ku çavkaniya hemû pirsgirêkan polîtîkayên şer ên AKP’ê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Penaberan ji ber şer welatên xwe terk kirine. Serokomar Tayyî Erdogan ewil got ‘hûn mêvanên min in’ û niha jî dike mijara bazarê.
 
‘Çi karê Tirkiyeyê li Sûriyeyê heye’
 
Gulbeyaz Gulçîn jî bertek nîşanê pêkanînên li hember penaberan da û wiha berdewam kir: “Bila êdî ev mirin tune be. Bila êş neyên jiyîn. Çi karê leşkerên Tirk li Îdlîbê heye. Em jiyanek bi aram dixwazin. Bi salan e şer û mirin tên jiyîn. Êdî bes e.”