'Li dijî dagirkeriyê em ê ax û rûmeta xwe biparêzin'

  • 09:04 13 Adar 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Emîne Mehmûd Benî ya 72 salî ya ku ji ber êrîşên dewleta tirk, neçarî koçberiyê bû diyar kir ku tevî şerdên zehmet li berxwe dide û wiha got:"Ez dixwazim tirk û çete ji ser axa me herin û ez dixwazim dîsa vegerim gundê xwe. Gora hevjînê min jî li gund e. Dixwazim biçim ser gora wî û hovîtiya tirkan jê re vebêjim."
 
Dewleta tirk û hevkarên wê di 9'ê Cotmeha 2019'an de êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Bi deh hezaran şêniyên resen ên vê axê bi kurd, ereb, aşûrî ku şaristaniya vê axê bi keda xwe ava kirin û parastin, koç kirin. 
 
Her malbatek koçber xwedî serpêhatiyeke bi êş e. Di her malbatekê de birînek heye ku nayê kewandin derveyî vegera warê xwe. Yek ji wan malbatan jî dayika Emîne Mehmûd ku temenê wê 72 salî ye dayika 8 zarokan e. Emîne ji gundê Qebira Mezin a girêdayî Navçeya Til Temirê ye, ji ber ku ew gund niha di xeta agir de ye koçî taxa Hemra ya Til Temirê bûye. Emîneyê serpêhatiya xwe ji zarokatî de heta van kêliyan bi me re parve kir.
 
'Dayikan dîrok, çand, şaristanî û jiyana komînal bi keda xwe parastin' 
 
Emîneyê wiha zaroktiya xwe anî ziman:"Bi eslê xwe ez ji Til Hecerê ya Hesekê me. Li Henefiyê av û elektirîk jî tune bû. Çemê Qecqec hebû me av ji wir bi km dikişand malê. Em di saetên êvarî de li ber çirayê rûdiniştin û çîrokên berê ji hevdû re digotin. Jiyaneke bi wate bû. Me li kêleka malê (Bêxîrîk) çêdikir paşê tifik çêdikir hem nanê sêlê tê de lêdixist û xwarina xwe jî li ser çê dikir. Berê dayikên me cotkar bûn jî genimê di dawa xwe de li ser erd direşandin paşê bi qantiran şûna terektoran cot dikirin."
 
'Di biharê de em li çiya û zozanan bûn'  
 
Emîneyê tevgera wan a demsala biharê wiha bi bîr xist: "Di biharê de me bar dikir çiya û zozanan da ku pezê xwe biçêrînin. Pez jî ji bo me gelekî girîng bûn wekî zarokên me bûn. Dem ji xwarina me re tune bû. Ji ber derase nebûn me palayî jî dikir û dikişandin malê. Rojê 5 tenûr nan min lêdixist û teşe dirêsand. Otomobîl berê nebûn erbaniyek ku dolapê wê jî ji dar bûn hebû û mirov pê digeriyan. Me kon û tevin jî çêdikir. Me jiyan bi keda xwe pêş xist û çanda dapîra xwe parast."
 
'Darên min niha bi tenê û tî mane' 
 
Emîneyê bi lêv kir ku gelekî ji çandina daran hez dikir û wiha domand: "Min gelekî ji daran hez dikir loma min li hola mala xwe darên hinar, sêv, mişmiş, zeytûn, tirî, hejîr, încas û hwd. diçand. Rihê min bi daran ve girêdayî bû. Darên min niha li gund bi tenê û tî mane. Di jiyana xwe de gelekî westiyame, lê ji bo tenduristiya min jî gelekî baş bû."
 
'Min û hevjînê xwe gelekî ji hev hez dikir' 
 
Emîneyê da xuyakirin ku ew di 14 saliya xwe de zewiciye û wiha serpêhatiya xwe û hevjînê xwe rave kir: "Ji zarokatî de malbata min ez zewicandim, baş e ku niha zagon heye nabe ku keç bi temenekî biçûk bizewice. Min û hevjînê xwe Ehmed Micwel Silêman gelekî ji hev hez dikir. Rojekê jî şîdet li min nekir. Her roj piştî me karê xwe xilas dikir min çay çêdikir û em bi hev re li ber deriyê malê rûdiniştin û me qala rojên berê dikir."
 
'Beriya 10 salan ji ber nexweşiyê hevjînê min jiyana xwe ji dest da'
 
Emîneyê anî ziman ku beriya 10 salan hevjînê wê ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest da û wiha pê de çû:"Dema ku em li ber deriyê malê rûdiniştin her ji min re digot dema ez mirim, bila tiştek bi te neyê xwe biparêze. Her ji min re digot xemla reş girê nede. Beriya 10 salan jiyana xwe ji dest da."
 
'Min wesîyeta wî pêk anî û li ser 10 salan li ber serê wî bûm' 
 
Emîneyê wiha wesîyeta hevjînê xwe bi bîr xist: "Hevalê min berî jiyana xwe ji dest bide digot 'Beriya ku ez bimirim tu yê çayê çêbikî û werî ber serê min vexwî û ji min re biaxivî, wê demê ez ê gelekî kêf xweş bibim û ez ê her te li cem xwe hîs bikim. Dema ku ez mirim bila serê min nêzî dilê te be beriya ku min veşêrin.' Her wiha di wesîyeta xwe de digot 'Bila gora min li ber malê be'. Piştî ku jiyana xwe ji dest da me hemî wesîyet û xwestekê wî pêk anîn. Piştî wî gelekî nexweşî bi min re çêbûn. Şekirê min çêbûye, dilê min zêde lê dide û tansiyona min pir bilind dibe."
 
'Ez bi axîn, hesret û nalîna war û gora hevjînê xwe me'
 
Emîneyê anî ziman ku ji ber êrîşên dewleta tirk ew niha ji gund koç bûye û êdî nikare biçe serdana gora hevjînê xwe û wiha dom kir: "Ji ber tirsa min a ji dagirkeran û çeteyên ku nêzî gund in ez nikarim herim gund ji ber îhtîmal heye min birevînin. Ez bi axîn, hesret û nalîna war û gora hevjînê xwe me. Guhên min her tim li ser hevjînê min e. Hevjînê min tenê maye, dilê min vê êşê ranake û bi min gelekî giran e."
 
'Çiqas dereng be jî ew ê xeyalê min pêk were'
 
Emîneyê bi vê peyamê gotina xwe bi dawî kir: "Erdogan tu çi ji me dixwazî, tu li ser axa me çi digerî? Tu çima ewqas  jin û zarokan qetil dikî? Bila dewleta tirk ji vir derkeve ku em jî bikaribin vegerin ser axa xwe.  Çavê Erdogan û çeteyên wî li me ye ku em dest ji axa xwe berdin! Na em dest ji axa xwe bernadin. Em ê li dijî wan parastina ax û rûmeta xwe bikin. Ew ê xeyalê min bi dîtina gund û gora hevjînê min çiqas dereng be jî pêk were. Li dijî dagirkeriyê em ê ax û rûmeta xwe biparêzin."